Tirkiye

Li 3 bajarên Rojhilatê Anadoluyê rêya 450 wargehî ji berfê xitimî

Haydar Şahin   | 05.03.2021
Li 3 bajarên Rojhilatê Anadoluyê rêya 450 wargehî ji berfê xitimî Zafer Tayfur - AA

Van

 Li Wan, Bidlîs û Hekariya bajarên herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 450 wargehî xitimî.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat diyarkirin ku rewşa hewayê bû sedema astengên çûyîn û hatinê.

Ji ber berf û bagerê rêya 15 taxên Baxçesarayê, 61 taxên Başqeleyê, 20 taxên Çataxê, 64 taxên Gurpinarê, gundekî Edremîtê û 4 taxên Îpekyoluyê hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji bo vekirina rêya 165 taxan xebatên xwe didomînin, li navenda bajêr jî rê û peyarêyan paqij dikin.

- Hekarî

Li Hekariyê ji berfa 2 roj e dibare û bagerê rabû rêya 78 gund û 137 taxan xitimî.

Ekîbên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî xebat dan destpêkirin. Ekîbên şaredariyê jî kûçe û kolanên navenda bajêr paqij kirin.

Pîsta Balafirgeha Selahedîn Eyûbî ya Yuksekovayê bi makîneyan hat paqijkirin.

- Bidlîs

Li Bidlîsê jî ji ber berfê rêya 70 gundî hat girtin, ekîbên Îdareya Taybet a bajêr ji bo vekirina rêyên girtî dixebitin.

Gelê şeveqê çavên xwe bi berfê vekir jî berfa li ser û ber wesayît û xaniyên xwe paqij kir.

Ekîbên şaredariyê jî berfa li rû dirban paqij kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın