Tirkiye

Li Îranê 210 parlamenterî xwest ku namzedên mihafezekar seba Reîsî ji hilbijartina serokomariyê vekişin

Mustafa Melih Ahıshalı   | 16.06.2021
Li Îranê 210 parlamenterî xwest ku namzedên mihafezekar seba Reîsî ji hilbijartina serokomariyê vekişin

Istanbul

 Ji meclisa Îranê 210 parlamenteran namzedên mihafezekar ên ku wê roja înê têkevin hilbijartina serokomariyê dewet kirin ku seba Îbrahîm Reîsiyê Serokê Erka Darazê ji hilbijartinê vekişin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Farsê 210 parlamenteran daxuyaniya nivîskî ya hevpar da û bangî namzedên mihafezekar Muhsin Rizaî, Seîd Celîlî, Mîr Huseyîn Qadîzade Haşimî û Elî Riza Zakanî kir.

Parlamenteran xwest ku her 4 namzed seba Reîsiyê namzedê mihafezekar ku di raya giştî da dertê pêş, ji hilbijartinê vekişin.

Di daxuyaniya parlameteran da hat îdiakirin ku heke mihafezekar seba namzediya Reîsî bibin yek, beşdariya hilbijartinê wê zêde bibe û hikûmeteke xurt wê ava bibe.

Di Meclisa Îranê da piraniya wan ji mihafezekaran 290 parlamenter hene.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.