Tirkiye

Lêpirsîna şehîdkirina Midûrê Ewlekariyê Altug Verdi

Stenbol navend di operasyona ku li 6 parêzgehan hat lidarxistin da 6 berşik hatin binçavkirin û herwiha hat tesbîtkirin ku berşikek jî di girtîgehê da ye

Önder Beyter   | 20.02.2020
Lêpirsîna şehîdkirina Midûrê Ewlekariyê Altug Verdi

Istanbul

 Di lêpirsîna şehîdkirina Midûrê Ewlekariyê yê berê yê Rîzeyê Altug Verdi da, ku hat îdiakirin polêsê ku midûr kuşt di sazûmaniya veşartî ya girêdayî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ye, Stenbol navend li 6 parêzgehan operasyon hat lidarxistin û 6 berşikên din jî hatin binçavkirin.


Ekîbên ewlekariyê li ser vê yekê ketin tevgerê û ji bo desteserkirina berşikan Stenbol navend li Samsun, Kocaelî, Rîze, Duzce û Trabzonê operasyona hevdem li dar xistin. Ekîban 6 berşik biçav kirin û herwiha hat tesbîtkirin ku berşikek jî di girtîgehê da ye.

- Raboriya bûyerê

Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da hatibû tesbîtkirin ku peywendiya polês Îsmaîl Hakki Saricaoglu bi Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ra heye ku hat îdiakirin 11ê berfanbara 2018an daxwaza guhertina ciyê peywirê kiribû, lêbelê ji ber ku bersiva neyênî sitandibû, li meqamê midûriyeta ewlekariya parêzgehê êrîşa çekdar kiribû û Midûrê Ewlekariyê yê berê yê Rîzeyê Altug Verdi şehîd kiribû. Di heman êrîşê da Midûrê Şaxa Personel Ercan Polat giran birîndar bûbû û polêsê pasevan Yigitcan Koksal jî bi sivikî birîndar bûbû.

Di lêkolînên li ser têlefona mobîl a Saricaoglu, maîl û herwiha hesabên wî yên medyaya civakî da nasnameyên mensûbên rêxistinê yên din ên di nava heman sazûmaniya hucrikê da jî hatibûn tesbîtkirin. Derketibû holê ku di nava sazûmaniyê da 27 kes hene ku jê doktor, polês, lêkolîner, mamoste û xebatkarên Ajansa Nûçeyan a Cihanê ne.

Li ser vê yekê Serdozgeriyê ji bo wan 27 berşikan biryara binçavkirinê derxistibû û di operasyona 13ê sibatê ya ku Stenbol navend li 7 parêzgehan hatibû kirin da 20 kes hatibûn binçavkirin. Derketibû holê ji kesên ku der heqê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn, 5 jê ji ber endametiya FETOyê girtî ne û 2 jê jî revîne dervayî welêt.

Ji 20 berşikên binçavkirî jî 2 kesan sûd ji bendên poşmaniya çalak wergirtibûn û hatibûn berdan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın