Tirkiye

Kulîlka lîndayê ya di dîwarê beton da derketiye şaş û metel dihêle

Li Arsuza navçeya Hatayê kulîlka lîndayê ya ku li avahiyekê di şaneşîna qata duyemîn ya malekê di nav dîwarê beton da şîn bûye şaş û metel dihêle.

Nihat Kavşut  | 04.09.2019 - Rojanekırın : 10.09.2019
Kulîlka lîndayê ya di dîwarê beton da derketiye şaş û metel dihêle

Hatay

Li Arsuza navçeya Hatayê kulîlka lîndayê ya ku li avahiyekê di şaneşîna qata duyemîn ya malekê di nav dîwarê beton da şîn bûye şaş û metel dihêle.

Munîre Gokpinara li Taxa Akçaliyê şaneşîna xwe dişo ferq dike ku di dîwarê şaneşînê da kulîlkek şîn dibe.

Gokpinarê ji derdora xwe ra behsa kulîlka ku bêyî xwelî hebe di dîwarê beton da şîn dibe kir û kulîlk şaş û metel dihêle.

Munîre Gokpinarê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir meriv şaş û metel dimîne ku kulîlk çawa nav betonê da şîn dibe.

Gokpinarê diyar kir mîna roniya çavên xwe li kulîlka jê ra dibêjin "lînda" mêze dikin.

Ji şêniyên malê Gokhan Gokpinar jî destnîşan kir bi malabatî ji kulîlkan hez dikin û wiha got: "Ji vê kulîlkê ra dibêjin lînda û di nav dîwar û seramîkan da derketiye. Cara ewil ez jî şaş û metel mam. Dibe ku ji ber toz û dûmanê çêbûbe. Di dîwar da qûma behrê jî nehatiye emilandin. Di nav da xwelî tuneye. Ev jî hikmeta Xwedê ye."

Kulîlka ku di nav dîwar da derketiye kesên dibînin şaş û metel dihêle.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın