Tirkiye

Komeleya Sadakataşiyê li Bidlîsê goştê qurbanê da 375 malbatan

Önder Beyter  | 01.08.2020 - Rojanekırın : 02.08.2020
Komeleya Sadakataşiyê li Bidlîsê goştê qurbanê da 375 malbatan

Bitlis

 Komeleya Sadakataşiyê li Tetwana navçeya Bidlîsê, 75 qurban serjê kirin û li malbatên hewcedar belav kirin.

Komeleya Sadakataşiyê ku li ser asta welêt alîkariyê dide hewcedaran, di Eyda Qurbanê da jî goştê qurbanê digihîne malbatên diyarkirî.

Di çavdêriya xwebexşên Komeleya Sadakataşiyê Ridvan Dinler û Esat Sirkecioglu ku hatin Tetwanê da li Mezbexaneya Şaredariya Tetwanê qurban hatin serjêkirin û goştê wan jî li 375 malbatên hewcedar ên li navenda parêzgehê û navçeyên wê hatin belavkirin.

Dinler got ku ew ji bo serjêkirina 75 qurbanên ku bexşvanan dan hatin Tetwanê û wiha dewam kir, "Em wekî Komeleya Sadakataşiyê li Tetwanê ne. Piştî temambûna serjêkirina qurbanan, goştê wan dê li 375 malbatên hewcedar ên li navenda parêzgehê û navçeyên wê were belavkirin."

Endamên ÎHHyê jî alîkariya serjêkirin û belavkirina qurbanan kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.