Tirkiye

Komîsyona Amadekariyê ya Meclisê biryar da ku parêzbendiya Aydeniza DBPyî were rakirin

Sinan Uslu   | 06.07.2022
Komîsyona Amadekariyê ya Meclisê biryar da ku parêzbendiya Aydeniza DBPyî were rakirin

TBMM

Parlamenterê Afyonkarahîsarê yê AK Partiyê Alî Ozkayayê Serokê Komîsyona Amadekariyê ya Meclisê ku komîsyon seba Parlamentera Diyarbekirê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîhe Aydenizê hat avakirin, ragihand ku komîsyonê bi pirdengî biryara rakirina parêzbendiyê ya Aydenizê da.

Komîsyona Amadekariyê bi serokatiya Oazkaya civîna xwe ya dawîn kir û li ser 5 dosyeyên parêzbendiya yasayî û pêvekên wê sekinî. Dosye der heqê Aydeniza HDPyî da bi îdiayên "propagandaya rêxistina terorê kiriye", "li ber xwe daye ku wezîfedarê qamuyê nikaribe wezîfeya xwe bike", "ji bo wezîfeya wî bi eşkere heqaret li wezîfedarê qamuyê kiriye", "li dijî qanûnê civîn û meşên xwepêşandinê li dar xistiye, bi rê va biriye û beşdarî van bûye" hatin amadekirin.

Ozkaya piştî civînê daxuyanî da rojnamegeran û ragihand, 1631 dosyeyên parêzbendiyê hatin Meclisê û ji van 1308 dosye yên parlamenterên HDP û DBPyê ne.

Ozkaya got, "77 fezlekeyên Aydenizê hene" û daxuyand ku Komîsyona Amadekariyê herî zêde li ser 5 dosyeyên cuda disekine û rapora wan wê heta 18ê tîrmehê ji Komîsyina Têkel ra were pêşkêşkirin.

- Pêvajo dê çawa dewam bike?

Rapora Komîsyona Amadehiyê wê di nav mehekê li Komîsyona Têkel da bê lêkolînkirin û wê bigîhêje encamê.

Komîsyona Têkel wê bikaribe ji bo rakirina parêzbendiyê û yan jî teqîbata heta dawî li wesfa parlementiyê biryara taloqkirinê bide.

Gorî qanûnê raporên Komîsyona Têkel ên der heqê rakirina parêzbendiyê da rasterast dikevin rojeva Lijneya Giştî.

Raporên Komîsyona Têkel ên li parlementeran hatin belavkirin di Lijneya Giştî da tên qisekirin. Yek jê alî û yek jî dij du parlementer li ser raporê diaxivin. Parlementerê fezlekeya wî heye bixwaze di Komîsyona Amadehiyê da û bixwaze di Komîsyona Têkel da û yan jî li Lijneya Giştî dikare parastina xwe bike û yan jî wî heqê xwe bide hevalekî xwe yê parlementer ku bikaribe wî biparêze. Heke daxwaza xeberdan û xweparastinê tunebe hevdîtin temam dibin.

Paşê rapora der heqê rakirina qanûnî da pêşkeşî Komîsyona Têkel tê kirin. Li gorî sepandina ray avêtin eşkere tê kirin. Di Lijneya Giştî da ji bo rakirina parêzbendiyê raya 151 parlementerî têr dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.