Tirkiye

Koliyên "Wefayê" yên ku bi piştgiriya xêrxwazan hatin amadekirin bi rê ketin

Di çarçoveya xebatên Piştgiriya Civakî ya Wefayê ya Stenbolê da bi piştgiriya xêrxwazan va 333 hezar koliyên xidayê wê di nav 6 hefteyan da li 50 hezar welatiyan werin belakirin

İbrahim Atmaca,Önder Beyter,Türkan Tosun   | 30.03.2020
Koliyên "Wefayê" yên ku bi piştgiriya xêrxwazan hatin amadekirin bi rê ketin

Istanbul

 Di çarçoveya xebatên Piştgiriya Civakî ya Wefayê ya Stenbolê da bi piştgiriya xêrxwazan va 333 hezar koliyên xidayê wê di nav 6 hefteyan da li 50 hezar welatiyan werin belakirin û ji bo belakirinê beşa ewil bi rê ket.

Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî 50 hezar kal û pîrên ku emrê wan 65 û ser 65î ra ne û rewşa wan a aborî nebaş e, tesbît kirin û koliyên xidayê wê li wan werin belakirin. Beriya ku kolî bi rê bikevin û bigihêjin xwediyên xwe, li Maltepeyê navenda lojîstîkê ya fîrmaya Getîrê merasim hat lidarxistin.

Waliyê Stenbolê Yerlîkaya li vê derê axivî û got ev dewr dewreke dîrokî ye, bi dijminekî ku nayê xuyanê û dinya û Tirkiyeyê tehdîd dike ra têkoşîn tê dayîn, bi destûra Xwedê ev rojên dijwar wê derbas bibin.

Yerlîkaya diyar kir ku wan tu kes tenê, naçar û bi serê xwe nehişt û wê nehêlin û wiha dewam kir: "Musterîh bibin. Dewleta me ligel miletê xwe, miletê me jî ligel dewleta xwe ye."

Yerlîkaya bi bîr xist ku Wezareta Karên Navxweyî bi giştînameyekê va ji 22yê adarê pê va ji bo kesên ku emrê wan ji 65an zêdetir û ji bo welatiyên ku nexweşiya wan a kronîk heye qedexeya derketina derva kir rewacê û wiha dewam kir, "Em ligel feraset, sebir û diayên xêrê yên mezinên xwe ne. Heta roja îro ev qedexe binêpê nekirin û guh danê. Ji bo vê ez wek waliyê vî bajarî minetdar im."

Yerlîkaya bi bîr xist ku Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li tevahiya welêt ji bo mezinên ku emrê wan 65 û ser 65î ra ne tevgereke mezin a wefayê da destpêkirin û ew wek Walîtiya Stenbolê li ser fermana Serokomar Erdogan ketin liv û tevgerê.

Yerlikaya diyar kir ku ji bo kesên desteng ên 65 salî û yên jê jortir û herwiha yên ku nexweşiyên wan ên kronîk hene, ev 5 roj e ew ligel heyeta mutewelî ya Weqfa Alîkarî û Hevkariya Civakî roj û şev dixebitin û wiha dewam kir, "Dosyeyên heyî yek bi yek hatin nirxandin û jinûva ji ber çavan hatin derbaskirin. Bi tevahî li 39 navçeyan 53 hezar dosye ligel adresan hatin tesbîtkirin. Bi tesbîtkirina van adresan va me xwest em li deriyê van mezinên me bidin."

Walî Yerlikaya diyar kir ku bi kordînasyona qaymeqaman, Komên Alîkariya Civakî ya Wefayê, rêveberiyên herêmî, bajarê mezin, peywirdarên şaredariyên 39 navçeyan, Heyva Sor, AFAD, saziyên civaka sivîl ên xêrxwaz hemû tevda beşdarî maseyê bûn.

Yerlikaya herwiha diyar kir ku wan ji 22yê adarê saet 13.00an heta îro saet 09.00an 73 hezar lêgerîn wergirtin û herwiha telîmata mezinên ku bi van lêgerînan va hatin wergirtin, hatin cîbicîkirin.

Yerlikaya herwiha bal kişand ku bi van lêgerînan va ew di emr û xizmeta mezinan da ne û ji xeynî van ew ê her hefte qoliyeke alîkariya xidayê jî bişînin malên wan.

Walî Yerlîkaya got kolî li depoyeke şirketa Getîrê da tên amadekirin, endezyarên xurek ên di bin banê Midûriya Xurek, Çandinî û Heywandariyê ya Bajêr de wezîfedar in çavdêriya van amadehiyan dikin.

Yerlîkaya anî ziman rayedar li 39 navçeyên Stenbolê rojê deriyê 7-8 hezar malan dixin û van koliyan belav dikin û wiha dewam kir: "Di van 333 hezar koliyan da lireyek jî pereyê dewletê tune. Bi kordînasyona dewletê gel û dewleta me bi hev ra tevgereke herî baş nîşan didin. Heta niha 9 xêrxwaz bûn, lê xêrxwazekî me jî bihîstiye telefon kir. Bi 10 xêrxwazên me va hejmara koliyan gihîşt 333 hezaran. Hê jî gelek daxwazn tên kirin, emê der barê wan da jî xebatekê bikin."

- Ji 10 xêrxwazan 333 hezar kolî alîkarî

Yerlîkaya spasiya wan xêrxazan kir û wiha dewam kir: "Vê hefteyê 50 hezar kolî alîkarî wê ji hêla Cemal Kalyoncuyê xwediyê Kalyon Holdîngê va bê kirin. Hefteya duyemîn Nîhat Ozdemir, Lîmak Holdîng. Hefteya sêyemîn Cengiz Holdîng, Mehmet Cengîz. Hefteya çaremîn MNG Holdîng, Mehmet Nazîf Gunal Beg. Hefteya pêncemîn Demiroren Holdîng, Yildirim Demîroren Beg. Hefteya şeşemîn 25 hezar kolî LC Waikiki Vahap Kuçuk, 10 hezar kolî Fuat Tosyali, 5 hezar kolî Mesut Toprak, 10 hezar kolî fîrmaya me Getir. Him 300 hezar koliyan wê bê pere bibe him jî 10 hezar koliyan wek xêra xwe dike. Dema ez hatim Alî Koç Beg li min geriya û got ko ji bo hemû fitbolîstên Kulûba Fenerbahçeyê jî hûn 33 hezar kolî bişînin. Min jî li ser navê miletê me qebûl kir û kolî bûn 333 hezarî." Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın