Tirkiye

Kesên ji bona şirîkên xwe yên îtifaqê aciz nekin rêxistina terorê şermezar nakin nikarin ji me ra behsa mirovahiyê bikin

Nihat Kavşut  | 17.02.2021 - Rojanekırın : 17.02.2021
Kesên ji bona şirîkên xwe yên îtifaqê aciz nekin rêxistina terorê şermezar nakin nikarin ji me ra behsa mirovahiyê bikin

Ankara

Serokomar Erdogan: "Kesên ji bona şirîkên xwe yên îtifaqê aciz nekin rêxistina terorê şermezar nakin nikarin ji me ra behsa mirovahiyê bikin."

"Li hemberî kesên ku her komcivînên xwe dikin mîna arenaya gladyatoran û çemûrê diavêjin kongreyên AK Partiyê tenê dibişirim."

"(Kiliçdaroglu) Em 5-6 sal e van şehîdên xwe ji nêz va dişopînin û tu çawa radibî û dibêjî 'berpirsiyarê van tiştan serokomar e'?"

"(Kiliçdaroglu) Ji bona te agahdar bikin min Wezîrê Parastina Neteweyî û Wezîrê Karên Navxweyî ji te ra şand. Tu layiqî van tiştan nîn î."

"(Kiliçdaroglu) Em ê li Garê, li Cûdiyê, li Tendûrekê û li Bestler Derelerê şerê xwe yê dijî terorîstan bidomînin û tu jî ji trîbunê temaşe bike."

"Digel rikberiya dijî kesên ku dikevin bin milên alîgirên rêxistina terorê em vê têkoşînê ji bona gelê xwe bi gelê xwe ra dimeşînin."

 "Divê Kiliçdaroglu û şirîkên wî bizanibin ku serê me jî di ber da bê jêkirin em ji terorîst û alîgirên wan ra serî danaynin."

"Heta serê terorê bê pelçiqandin û li vî welatê pirsgirêka terorê ji kokê da bê çareserkirin em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin."

"(Şewba Kovîd-19ê) Bi bernameyên taybet yên ji bona her kesî hatin kirin me aboriya xwe li pê hişt. Hejmara nivînên di unîteyên me yên nexweşiyên giran da hema hema bi qasî kapasîteya hemû Ewropayê ye. Bi xebatkarên tenduristiyê ku hejmara wan ji milyonek û 100 hezarî derbas dibe me ev pêvajo bi serkeftî meşand."

"Derdê me yê parastina terorîstan tuneye. Loma jî em ê tu wextî çavê xwe ji asoyê nedin alî."

"(Kiliçdaroglu) Tu zilamekî tirsonek û newêrek î ku şeva 15ê Tîrmehê bi parêzvanan di nav tankan ra derbas bûyî û çûyî Şaredariya Bakirkoyê."

"(Kiliçdaroglu) Te zarîn û fîzara dayikên Diyarbekirê qet bihîst? Şerm nakî û ji bona 13 şehîdên me dibêjî 'berpirsiyar serokomar e'. Tu çiqas durû yî."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın