Haydar Şahin
19 Hezîran 2020•Rojanekirin: 19 Hezîran 2020
Li Elezîzê merivê dixwest 20 sîkeyên heyama Romayê bifroşe ekîbên cendirmeyan ên ketibûn şiklê mişteriyan bi operasyonê hat girtin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên fermandariya Cendirmeyên Bajêr di çarçoveya xebatên qaçaxçîtiya berhemên dîrokî da agahî hildan ku Ş.Ş. dixwaze 20 sîkeyên di destê xwe da bifroşe. Li ser vê cendirme ketin dilqê mişteriyan bi Ş.Ş. ra têkilî danîn. Dema şikbar sîke difrot cendirmeyan li ser sûc hat girtin.
Sîkeyên hat tesbîtkirin ji heyama Romayê mane teslîmî Muzeya Arkeolojî û Etnografyayê ya Elezîzê kirin.
Karûbarên şikbarê hat binçavkirin ên li fermandariyê dewam dikin.