Nevzat Umut Uzel
20 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 20 Tîrmeh 2026
VAN (AA) - NEVZAT UMUT UZEL - Keleha Ayanîsê ya li ser girekî ku Gola Wanê dibîne hatiye çêkirin, bi avahî û dîmenên xwe yên bêhempa va bala geştiyarên herêmî û biyanî dikşîne.
Li Keleha Ayanîsê ya ku ji aliyê Qraltiya Urartuyan va bi qasî 2 hezar û 700 sal berê li navçeya Tuşbayê hatiye avakirin, di xebatên kolandinê yên demdirêj da gelek berhemên çandî yên neguhêzbar hatin derxistin.
Keleh bi xemlên xwe yên sedsalan, dîwarên xwe yên ji kerpîçê, neqşên kevirî û Perestgeha Haldiyê ku perestgeha Urartuyan ya herî baş hatiye parastin va, ji bo hezkiriyên dîrokê cihekî balkêş e.
Keleha Ayanîsê Amerîka, Îngiltere, Awusturalya û Kanada di serî da ji hêla geştiyarên ji gelek welatên cuda va tê ziyaretkirin.
Herî dawî komeke ji 20 geştiyarên Japonî pêk tê serdana kelehê kirin.
Ziyaretvanan dîmenên Çiyayê Sîpanê, golê û kelehê temaşe kirin û ji Endamê Hîndekariyê yê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Mehmet Işikli der barê kelehê da agahî hildan.
Prof. Dr. Işikli ji nûçegihanê AAyê ra got ji meha nîsanê pê va ziyaretvan tên vê herêma ku ji hêla hewa, dîmen û arkeolojiyê va dewlemend e û wiha axivî: "Herî dawî komeke Japonî hat ku eleqeyeke wan a taybet li ser arkeolojiyê heye. Wan eleqeyeke mezin nîşan da. Ev kom gihîşt destpêkirina sezona kolandinê ya îsal. Me bi awayekî baş dest bi sezonê kir. Me nû dest bi xebata kolandinê kiriye. Di kolandinên arkeolojîk da pêvajo dirêj e. Ewil pêdivî bi xebata paqijkirinê heye, paşê amadekirina xaniyê kolandinê û amadekariyeke giştî ya ji bo sezonê heye. Me niha amadekariyên xwe yên pêşîn temam kirin. Em ê hefteya bê dest bi sezona kolandina xwe ya normal bikin."
Xwediyê weşanên arkeolojîk û hunerê, edîtor û arkeolog Nezîh Başgelen jî diyar kir ku Keleha Ayanîsê yek ji navendên taybet ên arkeolojiya Rojhilatê Anadoluyê ye, ji gelek welatan geştiyar tên dîtina kelehê ku îro jî turîstên Japon hatine serdanê.
Geştiyarê Japon Takeshî Harada jî daxuyand ew cara duyemîn e tê Tirkiyeyê, wî kelehê pir hez kiriye û divê zêdetir geştiyar bên herêmê.