Tirkiye

Keçikên ku terorîstan ew direvandin serê çiyê bi hewla Walî hatin xilaskirin

Li Qereyaziya navçeya Erziromê bi saya operasyona hêzên ewlehiyê ku Walî Okay Memîş koordîne kir 2 keçikên terorîstan ew bi darê zorê direvandin serê çiyê hatin xilaskirin

14.02.2020
Keçikên ku terorîstan ew direvandin serê çiyê bi hewla Walî hatin xilaskirin

Erzurum

 Li Qereyaziya navçeya Erziromê bi saya operasyona hêzên ewlehiyê ya Walî Okay Memîş kordîne kir va 2 keçikên ku 2 terorîstan ew li wesayîtê siwar kiribûn û dixwestin bi darê zorê birevînin serê çiyê, hatin xilaskirin.

Ji Batmanê 2 terorîstên ku hatin Taxa Geventepeya ser Qereyaziya navçeya Erziromê xwestin N.O (18) û dotmama wê D.O (21)yê girtin û bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin. Terorîstan ji bo keçika bibin teslîmî qadroya rêxistina terorê ya li serê çiyê ye bikin revandin. Ji hêzên ewlehiyê ra xeber hat û wan jî haya Waliyê Erziromê Okay Memîş pê xistin. Walî Memîş telîmat da ku bila keçik bên xilaskirin û kesên ew bi darê zorê revandine jî bên qefaltin û li ser vê ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr berê xwe dan taxê.

Li herêmê tewdîrên ewlehiyê yên hewce dikirin hatin hildan û ekîbên cendirmeyan ên li ser telîmata Walî Memîş dest bi operasyonê kirin li gundewara taxê herdu keçik û terorîst ew revandibûn qefaltin. Terorîstên hatin qefaltin piştî muameleyan sewqî Edliyeya Qereyaziyê hatin kirin, îfade dan dozger û li ser telîmata dadweriya cezaya sulhê hatin girtin.

Psîkolog û civaknasên pispor ji hêla rehabîlîtasyonê va keçikên ji destê mensûbên rêxistina terorê hatin rizgarkirin, bi tenê nehiştin û ji wan ra rêberî kirin û rê nîşanî wan dan. Keçik ji bo perwrdehiya xwe bidomînin ji derva wê lîseyê bixwînin.

Keçikên hatin xilaskirin piştî bûyerê çûn navçeyê û li benda Walî Memişê ku bi mixtaran ra civîn dikir sekinîn. Bi dawîbûna civînê herdu keçik bi Walî ra hatin bal hev, sohbet kirin û ji Walî Memişê ku ew ji destê endamên rêxistina terorê xilas kirin ra gelek spas kirin.

- "Bila tu zarokekî me xwe bêçare nehesibîne"

Walî Okay Memîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rêxistina terorê her carê bi hincetekî ciwanan dixapîne û dixwaze wan derxe serê çiyê û wiha domand: "Bi saya operasyon û têkoşînên di salên dawîn da li hemberî rêxistina terorê tên kirin, derketina serê çiyê gelek kêm bûye. Welatiyên me yên ku rûyê bêbext ê rastîn ê rêxistina terorê dîtin li cem dewleta xwe cih digirin. Tevlîbûna rêxistina terorê jî her diçe kêm dibe. Rêxistina terorê li hemberî ciwanên me propagandaya derewîn dike lê bila tu zarokekên me xwe bêçare hîs neke. Dewlet heye. Milet heye û em li cem kesên derd û keserek wan hebe cih digirin."

Memîş ragihand ku têkoşîna li hemberî rêxistina terorê wê bênavber dewam bike.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.