Tirkiye

"Keça min, ev 92 roj in ez seba te li vê derê rûdinêm"

Ji dayikan Songul Akkuş: "Keça min, ev 92 roj in ez seba te li vê derê rûdinêm, heke tu min dibihîzî êdî vegere teslîmî dewletê bibe. Xwedê mezin e, ev roj jî derbas bibin keça min"

03.12.2019
"Keça min, ev 92 roj in ez seba te li vê derê rûdinêm"

Diyarbakir

 Nobeda ku Dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin, li ber avahiya bajêr a partiyê di 3yê îlonê da çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin û çalakiya wan ket roja 92yemîn.

Fatma Akkuşa ku wêne di dêst da bendewariyê dike got ku ew seba keça xwe ya Songul ku 5 sal berê revandin serê çiyê, çalakiya rûniştinê didomîne.

Akkuşê diyar kir, ew hêvîdar in ku di dawiya çalakiyê da ew ê bigihêjin zarokên xwe û ew dixwazin ji her girseyên civakê seba çalakiya wan piştgirî were dayîn.

Akkuşê daxuyand ku heya ew negihêjin zarokên xwe çalakiya wan wê dewam bike û wiha dewam kir:

"Êdî bes e, bira zarokên me bidin. Em ji bilî wan tu tiştî naxwazin. Heya ku ez keça xwe hilnedim, ez ji vê derê naçim. Wan biriye, bira ew bînin. Dizanin bê ka li ku derê ne. Keça min, ev 92 roj in ez seba te li vê derê rûdinêm, heke tu min dibihîzî êdî vegere teslîmî dewletê bibe. Xwedê mezin e, ev roj jî derbas bibin keça min. Teslîm bibe, em hemû li benda te ne. Bira zorak vegerin mala xwe."

Suleyman Aydin jî bal kişand ku 92 roj in ew li pêşiya avahiya Bajarê Diyarbekirê ya HDPyê çalakiyê dikin û wiha dewam kir: "Em zarokên xwe ji wan dixwazin, lewra ew zarokên me dişînin serê çiyê. Hê tu tiştek ji me ra negotine. Li vê derê berf jî bikeve, heya em zarokên xwe hilnedin, em ji vê derê naçin, em biryardar in."

Aydin got ku 3 roj berê ekîbên Midûriya Emniyeta Wanê du terorîst qanî kirin û poşman kirin, wan bihîst ku terorîstan gotiye ku çalakiya dayikan tesîreke mezin li ser wan kiriye û wiha dewam kir:

"Aqûbet li serê zarokên me be. Înşallah zarokên me jî werin teslîm bibin. Cihê zarokên me ne li cem wan e, li welatê wan e, li Komara Tirkiyeyê ye. Em naxwazin ku zarokên me bimirin. Heke cihekî baş bûya, HDPyiyan wê bixwe zarokên xwe bişandana wir. Ji ber ku cihekî ne baş e zarokên me dişînin wir, yên xwe jî ji bo xwendinê dişînin Ewropayê."

Aydin diyar kir ku wexta kurê wî revandin serê çiyê, hê 15 salî bû û niha 19 salî ye û wiha dewam kir, "Kîjan wijdan dikare li ber vê sebir bike? Bira êdî feryada dê û bavan bibihîzin. Heta ku em zarokên xwe ji van nestînin, em naçin. Digel hemû tehdîdan em li vê derê ne. Heke hewce bike em amade ne ku seba zarokên xwe bimirin jî. Bira zarokên me bidin ne û ev hesret kuta bibe."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın