Tirkiye

Karkerên findiqan ên Diyarbekirî piştî organîzasyona xwarinê hatin birêkirin

Hilberînerê findiqan ê Sakaryayî piştî ku karê berhevkirina findiqan kuta bû, ji bo karkerên çandiniyê yên Diyarbekirî organîzasyoneke xwarinê amade kir û ew paşê şandin welatê wan.

İbrahim Atmaca   | 16.09.2020
Karkerên findiqan ên Diyarbekirî piştî organîzasyona xwarinê hatin birêkirin

Sakarya

 Hilberînerê findiqan ê Sakaryayî piştî ku karê berhevkirina findiqan kuta bû, ji bo karkerên çandiniyê yên Diyarbekirî organîzasyoneke xwarinê amade kir û ew paşê şandin welatê wan.

Bîrol Aksoyê ku li navçeya Karasuyê findiqan hildide û datîne, ji bo karkerên çandiniyê yên ku seba berhevkirina findiqan ji Diyarbekirê hatin bajêr, hem seba pîrozkirina kutabûna berhevkirina findiqan hem jî seba ku peyama biratiyê bide, organîzasyoneke xwarinê li dar xist.

Bernameya xwarinê li qeraxê Karasuyê hat lidarxistin û piştî bernameyê karkerên çandiniyê bi rê kirin.

- "Em ji mêj va bira ne"

Bîrol Aksoy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, piştî ku sezona findiqan a 2020î kuta bû, ji bo ew westa xwe daynin, Sakaryayê bidin nasandin û têkiliyên biratiyê xurt bikin, bi karkerên findiqan ên ku ji Dedekoya ser Dîcleya navçeya Diyarbekirê hatine ra civiyan.

Aksoy daxuyand ku hin karkeran cara ewil behr dîtin û ew bûn şirîkê kelecana vê dîtina ewil a karkeran û wiha dewam kir, "Ji bo saleke din me û wan soz da hev. Me ji wan ra qalê kir ku Sakarya erdnîgariyeke biratiyê ye, me 72 miletên cuda wek mînak da ku bi sedsalan bi hev ra bê pirsgirêk jiyan derbas kirine. Di sûreya Hucuratê ya Qur'ana Pîroz da dibêje 'Mumîn bira ne'. Em miletekî wisa ne ku me ev dustûr ji xwe ra kiriye şîar. Em ji mêj va bira ne û biratiya me wê heta hetayê dewam bike."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın