Tirkiye

Kalin: Em ê li dijî hemû teror û cudakariyan bi biryardarî û piştevanî têkoşînê bidin

Kalinê Berdevkê Serokomariyê bertek nîşanî êrîşa li dêra Nîceya bajarê Fransayê da: "Reng, dîn û zimanê terorê tune. Em ê li dijî hemû teror û cudakariyan bi biryardarî û piştevanî têkoşînê bidin"

Haydar Şahin  | 29.10.2020 - Rojanekırın : 30.10.2020
Kalin: Em ê li dijî hemû teror û cudakariyan bi biryardarî û piştevanî têkoşînê bidin

Ankara

ANKARA (AA) - Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê der barê êrîşa li Dêra Notre Dameyê ya li Nîceya bajarê Fransayê hat kirin da got, "Reng, dîn û zimanê terorê tune. Em ê li dijî hemû teror û cudakariyan bi biryardarî û piştevanî têkoşînê bidin."

Kalin di peyama li ser hesabê xwe yê Twitterê weşand da êrîşa li Fransayê bi tundî şermezar kir û serxweşî da gelê Fransayê û wiha got:

"Em êrîşa terorê ya bêbext a li dêra Notre Dameyê ya li Nîceyê şermezar dikin, serxweşiyê didin gelê Fransayê. Reng, dîn û zimanê terorê tune. Em ê li dijî hemû teror û cudakariyan bi biryardarî û piştevanî têkoşînê bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.