Jê 4 endamên rêxistina terorê, 16 kesên ku dixwestin ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibin hatin girtin
Li sînorên Reyhanli û Narlicaya Hatayê jê 2 kes ji HTŞyê, 2 kes jî DEAŞê 16 endamên rêxistina terorê yên dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hatin girtin
Ankara
Li sînorên Hatayê yê aliyê Sûriyeyê jê 4 endamên rêxistina terorê, tevahî 16 kesên dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin hatin girtin.
WPNyê daxuyand li sînorên Hatayê jê 2 ji HTŞyê, 2 jî DEAŞa rêxistina terorê tevahî 16 kesên dixwestin dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bibin hatin girtin.
Der barê girtina terorîstan da hurgilî derketin holê.
Li qada Qereqola Hidûdê ya li Hacipaşayê ya li Narlicayê 8 kesên hewl didan dereqanûnî derbasî welêt bibin hatin tesbîtkirin.
Methetcîkan ew kes girtin û hat ragihandin ji wan A.P xû Î.D endamê HTŞya rêxistina terorê ne û der barê wan da biryara girtinê heye.
Li Reyhanliyê jî Mehmetcîkên li Qereqola Hidûdê ya Murat Ozeker wezîfedar in 8 kesên hewl didan dereqanûnî derbasî welêt bibin girtin.
Piştî lêkolînê hat tesbîtkirin Z.A. û H.A. yên ji Çeçenistanê endamê DEAŞa rêxistina terorê ne.
Ji bo kar û barên hewce dike ew teslîmî cendirmeyan hatin kirin.