Tirkiye

Juriya Istanbul Photo Awards 2022yan diyar bû

Hilal Uştuk   | 24.01.2022
Juriya Istanbul Photo Awards 2022yan diyar bû

Istanbul

 Juriya pêşbaziya navneteweyî ya wêneyên nûçeyan Istanbul Photo Awards a sala 2022yan diyar bû ku îsal ji hêla Ajansa Anadoluyê va ji bo cara 8emîn tê lidarxistin.

Wênegira National Geographicê û çêker Ami Vitale, nûçegihana wêneyan Carol Guzy, fotonûçegihanê Reutersê Goran Tomasevic, Fotonûçegihanê Ajansa NOORê Yuri Kozyrev, Vebêja Dîtbarî Marion Mertens, Dîrektorê Belavkirina Wêneyan û Pêşvebirina Kar ê AFPê yê berê Michel Scotto, Serwênekêşê Nûçeyan ê Sporê yê Getty Imagesê Cameron Spencer, nûçegihanê wêneyan Ahmet Sel, Rêvebirê Weşana Nûçeyên Dîtbarî ya AAyê Firat Yurdakul di juriyê da ne.

Carol Guzy îsal beşdarî juriyê bû ku kariyera wê ya wênegiriyê vedigere salên 1980yî.

Guzya ku çar caran Xelata Pulitzerê qazanc kir, ji bo peyamnêrê AAyê der heqê Istanbul Photo Awardsê da wiha xeberda:

"Wênegir divê beşdarî vê pêşbaziya xwedî prestîj bibin. Xelat ji xeynî naskirinê, jiyaneke duyem dibexşîne wêneyan. Xelata pere û ya wênekêşan ji hêla piştgiriya xebatên wêneyan ve girîng e."

Her wisa Ami Vitale jî îsal beşdarî juriyê bû ku li herêmên şer jî xwedî tecrubeya kar e. Vitalê ji xeynî xelatên navneteweyî, 6 caran xelata World Press Photoyê wergirt.

Agahiyên berfirehtir ên li ser juriya pêşbaziyê li ser navnîşana http://www.istanbulphotoawards.com/Jury/ ye.

- Serkeftî dê dawiya adarê diyar bibin

Civîna juriya îsal dê 17-19ê Adarê online pêk were û serkeftî jî dê di dawiya adarê da bên eşkerekirin.

Ji bo serîlêdanê dîroka dawîn 15ê Sibata 2022yan e. Li ser malpera "http://istanbulphotoawards.com"ê serîlêdan dê werin kirin.

Kesên dixwazin tevlî pêşbaziya Istanbul Photo Awardsê bibin wê bikaribin di kategoriyên "Xebera Tekane", "Xebera Rêzî", "Spora Tekane", "Spora Rêzî", "Jiyana Rojane ya Rêzî ya Canon", "Portreya Rêzî" û"Xwezaya Tekane û Hawîrdor" da serî li pêşbaziyê bidin.

Kesê ku "Wêneya Salê" bikişîne, dê xelata herî mezin 6 hezar dolarî werbigire.

Ji bo kesên di kategoriyan da têkevin rêza ewil serê her yekî 3 hezar dolar ji bo kesên bikevin rêza duduyan 1500 dolar, ji bo kesên têkevin rêza sisêyan jî 1000 dolar xelatê were dayîn. Di kategoriyên "Jiyana Rojane ya Rêzane", "Portreya Rêzane" da jî bi tenê xelata rêza ewil ew ê were dayîn.

Ji xeynî xelatan îsal yekemînên nûçeya tekane û werzişa rêzaneyê dê wênekêşa Canon EOS R3, yekemînên kategoriyên din jî dê wênekêşa Canon EOS R5 bi dest bixin.

Canon, TÎKA û Rêhewayên Tirkiyeyê jî piştgiriyê didin pêşbaziyê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın