Tirkiye

Jinên Mûşî ji bo mexdûrên erdhejê stûmal û kum çêkirin

Li Mûşê jinên ku diçin Navenda Piştgirî û Perwerdeyê ya Malbatê (ADEM) û navenda Çanda Hanimê ji bo mexdûrên erdheja Elezîz û Meletiyê stûmal û kum çêkirin.

İbrahim Atmaca  | 10.02.2020 - Rojanekırın : 11.02.2020
Jinên Mûşî ji bo mexdûrên erdhejê stûmal û kum çêkirin

Muş

Li Mûşê jinên ku diçin Navenda Piştgirî û Perwerdeyê ya Malbatê (ADEM) û navenda Çanda Hanimê ji bo mexdûrên erdheja Elezîz û Meletiyê stûmal û kum çêkirin.

Jinan 100 stûmal û kumên ku çêkirin, ji herêma erdhejê ra şandin.

Midûra Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî (SYDV) Nazîre Korkmazê daxuyanî da û diyar kir, Xwedê rehma xwe li kesên ku erdhejê da mirine, bike, serê malbata wan sax be.

Korkmazê diyar kir, wan ji bo mexdûrên erdhejê yên Elezîz û Meletiyê stûmal û kum çêkirin û wiha dewam kir: "Me xwest ku piçek be jî êşa wan sist bibe û me li cem xwe hîs bikin. Xwedê vê êşê cardin nîşan nede."

Kordînatora ADEMê Zuleyha Yilmazê jî diyar kir, meriv çiqas êş û eleman parve bike, ew qas sivik dibin û diyar kir, wan bi Weqfa Alîkarî û Piştevaniyê ya Civakî ya Qaymeqamtiya Bulanikê, Navenda Çanda Hanimê ji bo mexdûrê erdheja Elezîzê 100 stûma l û kum çêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın