Tirkiye

Jina Wanî bi piştgiriya dewletê ya ji bo cotkaran bû xwedîpîşe

Emre Ilıkan  | 22.06.2022 - Rojanekırın : 23.06.2022
Jina Wanî bi piştgiriya dewletê ya ji bo cotkaran bû xwedîpîşe

Van

Li Çataka (Şax) navçeya Wanê, Aysel Baydaya ku ji piştgiriya dewletê sûd wergirt û bi 40 kewaran dest bi mozvaniyê kir, di nava demê da hejmara kewaran derxist 150yî û niha jî hingiv difroşe navçe û parêzgehên cîran.

Baydaya 41 salî ya diya 5 zarokan ku li Taxa Atlihanê ya raqim 1800î ya 42 kîlometre dûrî navçeyê dijî, 7 sal berê serî li "Projeya Cotkarên Ciwan" ya Wezareta Çandinî û Daristanê da.

Serîlêdana Baydayê hat pejirandin û Baydayê bi 40 kewarî dest bi mozvaniyê kir. Mozvanê her wisa bi demê ra hejmara kewarên xwe derxist 150yî û ev kar ji xwe ra kir pîşe.

Miteşebisa jin Aysel Baydayê di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku piştgiriya dewletê ya ji bo jinan pir muhim e.

Baydayê bal kişand ku ew hingivê bêşekir û netêkel hildiberîne, derbara xwe bi vî hingivî dike û wiha domand:

"Ez mozvaniyê fêrî zarokên xwe jî dikim. Mişteriyên me yên mayînde hene. Hingivê me pir diecibînin. Em hingiv dişînin Antalya, Îzmir, Stenbol û Edeneyê. Ez bi dahata hingiv va zarokên xwe didim ber xwendinê, li malbata xwe dinihêrim û mesrefên malê dabîn dikim."

Midûrê Şaxa Pêşketin û Rêxistinkirina Çolterê ya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê Bunyamin Hakan jî diyar kir ku dewlet timî piştgiriya cotkaran dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın