Tirkiye

Jinên Wanî qeysiyan li ber tavê hişk dikin

Mesut Varol   | 03.08.2022
Jinên Wanî qeysiyan li ber tavê hişk dikin

Van

 Li Edremîta navçeya Wanê ji bo zivistanê jî bên xwarin qeysî li ber tavê tên hişkkirin.

Li navçeyê welatî ji darên xwe qeysiyan berhev dikin û qismekî wan ji bo xwe hiltînin û qismê din jî hişk dikin û difiroşin.

Li Taxa Elmaliyê jin bi pergala zibaretiyê alî hev dikin û dendikê qeysiyên berhevkirî derdixin û wan li şaneşîn û ser xaniyên xwe li ber tavê radixin.

Qeysiyên li ber tavê hişk dibin paşê tên berhevkirin û ew him tên firotin û him jî ji bo zivistanê tên rakirin.

Hayriye Koça dayika 3 zarokan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku karê wan ê hişkkirna qeysiyan bi qasî du mehan dewam dike û wiha domand: "Ji ber germahiyê xebat zehmet e. Li baxçeyê me darên qeysiyê û yên fêkiyên din hene. Em qeysiyan berhev dikin, dendikên wan derdixin û paşê li baxçe qartonan datînin û wan li ber tavê radixin."

Veysel Koç jî ragihand ku di hişkkirina qeysiyan da ked heye û piraniya bar jî li ser pişta jinan e û ew bi malbatî vî karî dikin, têra xwe hiltînin û yê mayî jî difiroşin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın