Tirkiye

Ji êrîşa ser baregeha çavdêriyê ya li Sûriyeyê ra demildest bersiv hat dayîn

Wezareta Parastina Neteweyî:"Hêzên rejima Sûriyeyê ji herêma Tall Bazanê ya li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ku di destê hêzên rejimê da ye, bi top û hewanan êrîşî Baregeha Çavdêriyê ya herêma Murakê ku nimreya wê 9 e, kirin"

16.06.2019 - Rojanekırın : 17.06.2019
Ji êrîşa ser baregeha çavdêriyê ya li Sûriyeyê ra demildest bersiv hat dayîn

Ankara

Wezareta Parastina Neteweyî ya ragihand ku ji herêma Tall Bazanê ya li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ku di destê hêzên rejimê da ye, bi top û hewanan êrîşî Baregeha Çavdêriyê ya herêma Murakê ku nimreya wê 9 e, kirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya wezaretê ji herêma Tall Bazanê ya li Herêma Kêmkirina Rageşiyê ya Îdlibê ku di destê hêzên rejimê da ye, bi qestî bi top û hewanan êrîşî Baregeha Çavdêriyê ya herêma Murakê ku nimreya wê 9 e, kirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku piştî êrîşê bi çekên giran ên li herêmê va demildest bersiv hat dayîn û wiha hat gotin: "Di êrîşê da zayîata personelan çênebû; li herêma me ya baregeh lê ye tesîs, techîzat û alav bi qismî xesar hildan. Ji bo êrîşê ser Rûsyayê ra teşebisên hewce dike, hatin kirin. Rewş ji nêz va tê şopandin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.