Ji zerdeliyên Îdirê amûrên kozmetîkê çêdikin
Iğdır
Ji dendikên zerdeliyên li Îdirê tên hêşinkirin bi xebatên Zanîngeha Îdirê amûrên kozmetîkê tên çêkirin.
Li Navenda Lêkolîn û Pêkanînê ya Laboratuvara Lêkolînê ya Zanîngeha Îdirê li ser dendikên zerdeliyên teberze, arukên ax, ordîbat û axcanabat û şalak ên bi tenê li Îdirê hêşin dibin û ji bo ser sifreyan wekî zerdeliya herî xweş tê zanîn xebitîn û jê krem, serum, qolonya û losyon çêkirin.
Pîlan dikin ku li fabirqeyan van amûran çêbikin û pê tevkariyê bidin aboriya bajêr.
Prof. Dr. Mehmet Hakki Almayê Rektorê Zanîngeha Îdirê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo danasîna zerdeliyên Îdirê xebatan dimeşînin.
Alma destnîşan kir ku ji bo zerdeliyên Îdirê begeya tescîla îşareta herêmê sitandin û wiha axivî: "Me eleqe nîşanî dendikên zerdeliyan da û xebitîn. Sala par li zanîngeha me beşa kozmetîkê hat vekirin. Hevalên me yên li vê derê xwedî agahî ne."
Alma diyar ki di dendikên zerdeliyan da vîtamîna B17ê heye û wiha axivî: "Hetanî nika dendikên zerdeliyan di pîşesaziya parfum, krem û kozmetîkê da nehatibûn bikaranîn. Em ji bo telafiya vê derketin rê û di projena da hatin astekê. Di ceribandinan da encamên baş hatin bidestxistin. Em pîlan dikin ku di demeke kin da li fabirqeyan çêbikin."
Musa Karadagê hîndekarê zanîngehê jî ji dendikên zerdeliyan 4 amûr çêkirin.
Karadag wiha axivî: "Nêta me ew e ku ji bo feydeya civakê ji zerdeliyan îstifade bikin. Em rûnê dendikên zerdeliyan jê derdixin û di amûrên kozmetîkê da bi kar tînin. qolonyay zerdeliyan, krem û losyona zerdeliyan çêdikin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.