10 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2021
ANKARA (AA) - Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, Artêşa Tirkiyeyê di meheke dawîn da 8 jê mezin 43 operasyon kirin, di operasyonan da 226 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji WPNyê hat dayîn, Artêşa Tirkiyeyê ji bo peydakirina ewlehiya welat û miletê xwe, li derveyî welêt û nav welêt dijî rêxistinên terorê têkoşîna xwe bi biryardarî didomîne.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku operasyon şev û roj li ser çil û çiyan bi biryardarî dewam dikin, heta ku "terorîstê dawîn neyê berterefkirin", têkoşîna terorê wê bidome.
Di vê çarçoveyê da li nav welêt û derveyî welêt 8 jê mezin bi tevahî 43 operasyon hatin kirin û di operasyonan da 226 terorîst hatin berterefkirin.