Tirkiye

Ji Wezîr Murat Kurum parvekirina der barê avahiya 350yemîn a ku li herêma erdhejê hat çêkirin da

- "350 hezar serbilindî, 350 hezar hêvî. Bi eşqa memleket mala me ya 350yemîn jî temam e"

Ayşe Karaosmanoğlu  | 14.11.2025 - Rojanekırın : 14.11.2025
Ji Wezîr Murat Kurum parvekirina der barê avahiya 350yemîn a ku li herêma erdhejê hat çêkirin da

Ankara

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Av û Hewayê Murat Kurum der barê avahiya 350yemîn a li li herêma erdhejê hat çêkirin got ku "350 hezar serbilindî, 350 hezar hêvî. Bi eşqa memleket mala me ya 350yemîn jî temam e."

Li gor daxuyaniya wezaretê xebatên avakirina li herêma erdhejê bi lez tên temamkirin.

Di vê çarçoveyê da dê bi mijara "Bi Eşqa Memleket 350 Hezar Mal Temam e" dê 15ê sermawezê roja şemiyê li Adiyemanê merasim bê lidarxistin. Di merasima tê plankirin ku bi beşdariya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîr Kurum bê lidarxistin mifteyê avahiya 350 hezarî dê teslîmê xwedan mafê bikin.

Xebatên ku bi Serokatiya Îdareya Avahiya Komî (TOKÎ), Emlak Konut GYO, Serokatiya Veguherîna Bajarî û Midûriya Karên Avahiyê li herêma erdhejê dewam dikin bi avakirina bajarên mînak gihaştiye merhaleya temamkirinê.

- Li herêma erdhejê dê 45 hezar û 342 beşên serbixwe yên din bên teslîmkirin

Li herêmê di saetê da 23, rojane çêkirina 550 avahiyan bi lez dewam dike û xebat ber bi xilasiyê va ne.

Di merasima ku dê 15ê sermawezê roja şemiyê bê lidarxistin dê li Meletiyê 21 hezar û 760, li Hatayê 11 hezar û 320, li Kahramanmaraşê 6 hezar û 523, li Gazîentabê 3 hezar û 834, li Şanliurfayê 644, li Adiyemanê 376, li Elezîzê 354, li Tunceliyê 97, li Sêwasê 79, li Bingolê 62, li Diyarbekirê 50, li Qeyseriyê 15, li Edeneyê 14 bi tevahî dê mifteyên 45 hezar û 342 beşên serbixwe yên din teslîmî xwedan mafan bikin.

Teslîmata herî zêde dê bi 21 hezar û 760 avahiyan va li Meletiyê ye û li Hatayê jî heta îro nêzî 100 hezarî avahî û kargeh hatin teslîmkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.