
Ankara
Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar der barê êrîşa ku li Akçakaleyê hat kirin da diyar kir, ji ber êrîşên ji dervayî sînoran tên kirin, êdî sebra wan nahêle û wiha dewam kir, "Operasyonên me yên cezakirinê wê zêde bibin û bidomin."
Akar der barê êrîşa terorê ya ku li Akçakaleyê hat kirin û 3 esker tê da şehîd ketin da pirsa nûçegihanê AAyê bersivand.
Akar daxuyand ku piştî êrîşa xayîn operasyonan demildest dest pê kir û wiha dewam kir:
"Ji ber êrîşên ji dervayî sînorên me êdî sebra me nahêle, operasyonên me yên cezakirinê wê zêde bibin û bidomin. Xwîna şehîdên me li erdê nehat hiştin, wê neyê hiştin. Em li hedefên PKK/YPGyê dixin, em ê piştî vî qasî jî lêxin. Heta niha 22 terorîst hatine berterefkirin. Li gor me ev jimar wê zedetir bibe.
Operasyonên me yên cezakirinê wê zêde bibin û bidomin. Xwedê rehma xwe li şehîdên me bike, serê malbatên şehîdan û Artêşa Tirkiyeyê sax bibe."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.