Tirkiye

Ji Walîtiya Wanê daxuyaniya li ser nûçeyên "li sînor jinek qefilî mir"

Hakan Sarı  | 02.01.2022 - Rojanekırın : 03.01.2022
Ji Walîtiya Wanê daxuyaniya li ser nûçeyên "li sînor jinek qefilî mir"

Van

 Walîtiya Wanê ragihand, bûyera tal a "li sînor qefilîn û mirina jineke diya du zarokan" li ser sînor li aliyê Îranê çêbû.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat bibîrxistin, duh piştî ku li ser hin hesabên medyaya civakî hat parvekirin ku "diya du zarokan a ku xwest ji sînorê Tirkiye-Îranê derbas bibe, qefilî mir, zarokên wê jî xwe spartin gund û xilas bûn", lêkolîn hat destpêkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Li ser vê yekê di lêkolîna ku hat kirin da hat tesbîtkirin, ne bûyerek e ku gihîştiye ber destê hêzên me yên ewlekariyê û hatiye tesbîtkirin, herêmên ku di nûçeyê da derbas dibin, nakok in. Piştî ku lêpirsîn hat kûrkirin, ew yek hat tesbîtkirin ku ev bûyera tal, ne di nava sînorên welatê me de, lêbelê li gundekî bi navê Belasorê yê Komara Îslamî Îran ê li nêzîkî sînorê Tirkiyeyê çêbûye û şexsên navborî bi destê gundiyan bo eskerên Îranê hatine teslîmkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.