Ji UMHDê bo zarokên êtim û penaber kampanyaya alîkariyê
Komeleya Mafên Penaberan a Navneteweyî ji bo zarokên êtim û penaber kampanyaya alîkariyê
Istanbul
Komeleya Mafên Penaberan a Navneteweyî (UMHD) di çarçoveya kampanyaya "Çenteyek Hezar Xeyal" da dixwaze di sala perwerdehî û hîndekariyê da hewcedariyên dibistanê yên 1000 zarokên êtîm û penaberin hel bike.
Ji komeleyê daxuyanî bi îmzeya Serokê Giştî yê UMHDê Parêzer Abdullah Resul Demir va hat weşandin û hat gotin ku di çarçoveya Projeya Coşiya Bêsînor a 5emîn a wê li Kilîsê di meha cotmehê bê kirin da wê kampanyaya "Çenteyek Hezar Xeyal" bê organîzekirin.
Di çarçoveya kampanyayê da tê payîn ku ji bo 1000 zarokên êtîm û penaber amûrên ji bo dibistanan hewce dikin bên berhevkirin û li wan bên bêlavkirin.
Di nav amûrên li zarokan bên belavkirin da pênûs, lênûsk, pirtûk, jêbir, qelemtraş, boyayên avî û darîn û çetik wê hebin.