Tirkiye

Ji terorîstên ku li Şirnexê hatin berterefkirin yek jê di kategoriya "tûtik" da ye

Muhammed Nuri Erdoğan   | 14.09.2021
Ji terorîstên ku li Şirnexê hatin berterefkirin yek jê di kategoriya "tûtik" da ye

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand, di çarçoveya Operasyona Eren-13ê da ji terorsîtên ku di 24ê tebaxê da li herêma Çiyayê Gabarê hatin berterefkirin, li gor tesbîtê yek jê Saniye Topraka bi kodnava "Diljîn Mariya Dersîm" û di kategoriya tûtik da ye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat bibîrxistin ku bi kordînekirina Fermandariya Herêmê ya Cendirmeya Şirnexê û di çarçoveya Operasyona Eren-13 Cendirmeyê Şehîd Çawîşê Pispor Ufuk Bîngol da Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Şirnexê li herêma Çiyayê Gabarê di operasyona 24ê tebaxê da 3 terorîst berteref kirin.

Hat gotin ku ji terorîstên hatine berterefkirin yek jê Saniye Topraka bi kodnavê "Diljîn Mariya Dersîm" e, qaşo li Herêma Gabarê ya Eyaleta Botanê wekî berpirsiyar fealiyetê dike, di "Lîsteya kesên ji ber terorê li wan digerin" da ye û ji bonê heta milyonek lireyî xelat hatiye danîn û di kategoriya "tûtik" da ye.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di nav çalakiyên ku terorîst beşdar bûne da êrîşa çekdar a ku di 15ê gulana 2017an da li Herêma Baregeh a Namazdaga Navend a Şirnexê jî heye. Di vê êrîşê da 3 çawîşên pispor ên mensûbên Fermandardiya Hêza Bejayê hatin şehîdkirin û hat gotin ku vê terorîstê telîmata çalakiyê daye.

Di 30ê adara 2018an da jî li Ormanardiya gundê Erûha Sêrtê jî êrîş hatibû kirin û tê da çawîşekî pispor û 6 gundparêz hatibûn şehîdkirin, 6 cendirme û 7 gundparêz jî birîndar bûbûn. Wê demê xebata rê dihat kirin û cendirme û gundparêzan seba xebatê nobet digirt. Li gor tesbîtê terorîsa ji beşdarî vê êrîşê jî bûye. Her wiha telîmata êrîşa ku di 11ê mijdara 2018an da li devera çiyayî ya Gormeça gundê Şirnexê bi teqemeniya destçêkirî hat kirin û tê da du çawîşên pispor şehîd bûn jî daye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.