Tirkiye

Ji Serdozgeriya Komarê ya Qonyayê der barê bûyera kuştina 7 kesan da daxuyanî

Melike Keskin  | 31.07.2021 - Rojanekırın : 02.08.2021
Ji Serdozgeriya Komarê ya Qonyayê der barê bûyera kuştina 7 kesan da daxuyanî

Konya

 Li Qonyayê der barê bûyera kuştina 7 kesên ji heman malbatê da 10 gumanbar hatin binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Qonyayê der barê bûyera 7 kesên ji heman malbatê bi guleyê li Merama navçeya Qonyayê hatin kuştin da daxuyanî weşand û ragihand ku ji bo zelalkirina meseleyê di çarçoveya lêpirsînê da Cîgirekî Serdozgerê Komarê û 3 dozgerên Komarê hatin wezîfedarkirin

Serdozgeriya Komarê di daxuyaniyê da destnîşan kir ku kontrolkirinên li cihê bûyerê hatin kirin, otopsiya cinazeyan hat kirin û di çarçoveya lêpirsînê da jî berhevkirina delîlan dewam dike.

Daxuyanî wiha dewam kir: "Li gor bidestxistiyên ewil wisa tê nirxandin ku bûyer di navbera du malbatên cîran ên neyar da ye. Ji ber neyariya qal tê kirin cara ewil di sala 2010î da mesele çûye ber destê darazê. Ji ber şerê di navbera malbatan dest pê kiriye da di 12.05.2021ê da lêpirsînê dest pê kiriye û ji 16 gilîdar û gumanbaran der heqê 6 kesan da biryara girtinê hatiye dayîn. Ji ber wê bûyerê 2 kes niha girtî ne. Di 22.05.2021ê da di navbera herdu malbatan da dîsa şer derketiye û ji ber bûyerê lêpirsîna ku 20 gilîdar û gumanbaran eleqedar dike jî dewam dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê da ji bo bûyerê wiha hat gotin: "Di bûyera duh qewimî da gumanbarê ji ser qeydên qamerayê hat tespîtkirin di bûyerên berê yên ku di navbera herdu malbatan da qewimîbûn ra eleqedar nîne û di lêpirsînan da jî cî negirtiye. Der heqê bûyera kuştina 7 kesên ji heman malbatê da ku gumanbarê ji bo qefaltina wî xebat dewam dikin ne tê da 10 kes hatin binçavkirin û miemeleyên der heq wan da dewam dike. Hat tespîtkirin ku bûyer ji ber neyartî û nelihevkirina di navbera herdu malbatan da ku ev 11 sal e dewam dike pêk hatiye. Ew îdiayên ku dibêjin êrîş bi kerba nijadperestiyê hatiye kirin ji rastiyê dûr in."

Hat gotin ku der heqê bûyerê da lêpirsîn bi hûrgilî dewam dike û der heqê kesên li ser bûyerê parvekirinên provakatîf dikin da jî lêpirsînan dest pê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın