Tirkiye

Ji Serdozgeriyê bo parlementera HDPyî ya heqaret li malbatên nobeta ewladan digirin kir lêpirsîn

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê der barê Parlamentera Diyarbekirê ya HDPyê Remziye Tosunê da ji ber heqaret kirinê lêpirsîn da destpêkirin.

Abdullah Tel   | 20.10.2020
Ji Serdozgeriyê bo parlementera HDPyî ya heqaret li malbatên nobeta ewladan digirin kir lêpirsîn

Diyarbakir

 Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji ber gilî kirinê der barê Parlamentera Diyarbekirê ya HDPyê Remziye Tosun a ku dema ji serokatiya bajêr a partiya xwe derket û heqaret li dayikên Diyarbekirê yên bo ewladên xwe nobetê digirin, kir da lêpirsîn da destpêkirin.

Celîl Begdaşê ji bo kurê xwe Yusufê ku hêj 17 salî bû revandibûn serê çiyê beşdarî nobeta dayikên Diyarbekirê bûbû li Parlamentera Diyarbekirê ya HDPyê Remziye Tosun a heqaret kiribû, gilî kir û Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê jî serlêdana Begdaş nirxamd.

Di encama nirxandinê da serdozgeriyê biryar da ku bila der barê Tosunê da lêpirsîn dest pê bike.

Parlamentera Diyarbekirê ya HDPyê Tosun a ku duh dema ji serokatiya bajêr a partiya xwe derdiket, heqaret li dayikên Diyarbekirê yên ku nobeta ewladan digirin, kiribû li ser vê jî di navbera malbatan û Tosunê da gengeşî dest pê kiribû û polêsan nehiştibûn ku bûyer mezin bibe.

Malbatên ku nobeta ewladan digirin jî bertekên xwe bi durişmeyên "Qehir be HDP" û "Qehir be PKK" va ji Remziye Tosunê ra gotin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.