05 Îlon 2017•Rojanekirin: 06 Îlon 2017
ANKARA
Berdevkê HDPê Osman Baydemir diyar kir ku rûniştina dosyeya ku Hevserok Selahattîn Demirtaş ji berê girtiye jî nehatiye kirin û got ku "Edaleta dernegketî edalet nîne. Derengketina edaletê midaxaleya edaletê ye"
Heyeta HDPê ya ku ji Baydemir, Cîgirserokê Komê Ahmet Yildirim, Parlementera Agiriyê Dirayet Taşdemir, Parlementera Edeneyê Meral Daniş Beştaş û Parlementerê Stenbolê Garo Paylan pêk tê hat li ber derê dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û daxuyaniya çapemeniyê da.
Baydemir vir axivî û bal kişand ku ji bo daxwazkirina edaletê li ber derê AYMê ne û wiha axivî: "Vîna 6,5 milyon mirovî, mafê bijartin û hilbijartinê dijî Destûra Bingehîn hatiye xesbkirin. Em ji bo ku dawî li vê xesb û bêedaletiyê bê îro li vir in."
Baydemir îdia kir ku Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş û 10 parlementer ev 306 roj in ku bêedaletî bi telîmatên hikûmetê hatine girtin û got ku rûniştinên der heqê dosyeyên ku hevserokên wan ji berê girtîne hê jî nehatine kirin.
Baydemir got "Edaleta derengketî edalet nîne. Derengketina edaletê midaxaleya edaletê ye." û xwest ku Dadgeha Destûra Bingehîn demildest biryara xwe ya der heqê girtiyan de bide.
Heyetê piştî daxuyaniyê xwest ku bi Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtu Arslan re hevdîtinê bike û ji bo hevserokên giştî û parlementeran "nobeda wijdan û edaletê" dan destpêkirin."