Tirkiye, Nobeta Dayikên Diyarbekirê ya ji bona Zarokên xwe

Ji dayikên şehîdên Qulpê bo dayikên Diyarbekirê piştevanî

Malbatên xebatkarên daristanê yên ku li Qulpê di êrîşa terorê da şehîd ketibûn ji bo piştevaniyê çûn serdana dayikên Diyarbekirê

21.09.2019 - Rojanekırın : 24.10.2019
Ji dayikên şehîdên Qulpê bo dayikên Diyarbekirê piştevanî

Diyarbakir

Malbatên xebatkarên daristanê yên ku li nêzî Beyroka gundê ser Qulpa navçeya Diyarbekirê di dema êrîşa terorê da şehîd ketibûn ji bo piştevaniyê çûn cem dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û li pêşiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dimeşînin.

Çalakiya dayikên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin û ji 3yê îlonê vir da li pêşiya Serokatiya Bajêr a Diyarbekirê çalakiyê rûniştinê dikin dewam dike.

Di 12ê îlonê da terorîstên PKKyî li texma Beyroka gundê Qulpê bi teqemeniya destan çêkiribûn va êrîş kiribûn û Îhsan Çelîkbîlekê 43 salî, Mehmet Bozyelê 17 salî, Ahmet Ayê 23 salî, Sînan Dîgerê 45 salî, Abît Yildizê 22 salî, Omer Yildizê 15 salî û Sîraç Yildizê 26 salî di êrîşê da şehîd ketibûn.

Ji wan şehîdan malbatên Omer Yildiz, Abît Yildiz, Sîraç Yildiz û Ahmet Ay ji bo piştevaniyê malbatên ku HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin, ziyaret kirin.

Di dema ziyaretê da hin caran dayikan xwe negirtin, hêstir barandin û dirûşmeya "Qehr li PKKê be" berz kirin.

- "Xwedê kesên vî kirin qehr bike"

Kutbettîn Ayê bavê Ahmet Ay diyar kir ku ew ji bo piştgiriyê bidin dayikan hatin serdanê û wiha pê da çû: "Kurê min û kesên din ji bo berhevkirina êzingan çûbûn. Kezeba me şewitî lê bila kezeba kesên din neşewite. Di sala 1993an da sê xalên min hatin şewitandin. Tevlî xezûrê min 7 kesan di şevekê da dan ber guleyan û qir kirin. Di sala 1997an da girtin ser mala min û 5 kes qir kirin. Êdî bes e. Ev êş û keser wê heta çi çaxê dewam bike. Xanima min ji ber gurçikên xwe nexweş e, van êşan dikişîne û herdu çav nabînin. 3 qîz û 2 kurê min hene. Ahmet çû û ew hêj ezep bû. 6 meh berê li Şirnexê esker bû. Hêj ew ê bixebitiya ji bo emeliyata diya xwe lê şehîd ket. Xwedê qehra xwe li wan kesên ev kirin bike. Em bi salan e di hedefa rêxistina terorê da ne."

Munevver Yildiza xwîşka Abît û Omer Yildiz jî got ku ew ji bo piştevaniyê hatine û wiha domand: "Xwedê bela wan kesên ev agir berî nav dilê me dane, bidee. Wan em perîşan kirin."

- "Em dibêjin êdî bes e"

Ziynet Yildiz a ku di sala 1994an da mêrê wê ji hêla PKKya rêxistina terorê va hat kuştin jî got ku ew ji bo li hewla dayikan xwedî derkeve hat û wiha dewam kir: "Xwedê heqê wan nehêle. Ew nabêjin zarok û mezin hema qir dikin. Di sala 1994an da xwesiya min ducanî ya 7 mehî bû û tevlî 6 zarokên wê ew qir kirin."

Methiye Yildiza diya Sîraç Yildiz jî got ku êşa wan pir mezin e derdê wan pir giran e û ji kurê wê du sêwî mane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.