Tirkiye

"Ji bona îbadetê vekirina Ayasofyayê kêfa me ya eydê hê zêdetir kiriye"

Nihat Kavşut   | 01.08.2020
"Ji bona îbadetê vekirina Ayasofyayê kêfa me ya eydê hê zêdetir kiriye"

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Di 24ê Tîrmehê da bi fiilî ji bona îbadetê vekirina Ayasofyayê ku di dilê gelê me da birîneke 86 salî bû, kêfa me ya eydê hê zêdetir kiriye."

Erdogan ji bona Eyda Qurbanê bi vîdeokonferansê beşdarî pîrozkirina eyda teşkîlatên 81 bajaran bû ku Navenda Giştî ya AK Partiyê li dar xist.

Serokomar Erdoganê eyda endamên partiyê pîroz kir wiha axivî: "Kesên xwe di ser gel ra dibînin, dilê însanan dihêlin û di dewsa ku xizmetê bikin kadroparêziyeke teng dikin, dê nikaribin bibin endamê teşkîlata AK Partiyê."

Erdogan diyar kir wê dostên xwe zêde bikin û neyarên xwe kêm bikin û got, "Sedema hebûna AK Partiyê û sedema hebûna me ya li ser vê wezîfeyê bi sedema ku însan ji me hêvîdar in ra eynî ye."

Serokomar Erdogan destnîşan kir dixwazin kongreya xwe ya mezin bikin mîlada coşbûneke nû, vejîneke nû û pêşketineke nû.

Erdogan got ku di 24ê Tîrmehê da bi fiilî ji bona îbadetê vekirina Ayasofyayê ku di dilê gel da birîneke 86 salî bû, kêfa eydê hê zêdetir kiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.