Tirkiye

Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya berfê

Necat Hazar  | 26.01.2022 - Rojanekırın : 26.01.2022
Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya berfê

Van

Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya berfê hat dayîn.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewravî be û berfê bibare, baranê nîvro li Mûş û Bidlîsê tesîra xwe zêde bike.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê ji ya demsalê zêdetir be, bayê ji aliyê bakur ra rabe.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Hekarî, Mûş û Bidlîsê di binê sifirê da 1, li Wanê jî 2 pile be.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo mij, cemed û pûkê baldar bin, ji ber xetereya aşîtê jî ji berpalan dûr bisekinin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın