Ji bo Serokatiya Giştî ya CHPyê dîsa Kemal Kiliçdaroglu hat hilbijartin
Di Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê da Parlementerê Îzmirê Kemal Kiliçdaroglu dîsa wek serokê giştî hat hilbijartin.
Ankara
Di Komcivîna Asayî ya 37emîn ya CHPyê da Parlementerê Îzmirê Kemal Kiliçdaroglu dîsa wek serokê giştî hat hilbijartin.
Di komcivîna ku li Bîlkent Odeonê hat kirin da dengdayîna ji bo serokê giştî di saet 18.15an da temam bû.
Piştî ku deng hatin senifandin û jimartin rayedarê Lijneya Hilbijartinê yê Navçeya Çankayayê encam eşkere kirin.
Li gor vê Kiliçdarogluyê ku wek tekane namzed beşdarî hilbijartinê bû ji 1318 delegeyên ku deng dan ji 1215 kesan deng sitand û dîsa wek serokê giştî hat hilbijartin.
Di komcivînê da 67 deng betal hatin hesibandin.
Bi tevahî 1356 delegeyên qeydkirî yên CHPyê hene.
Bi vî awayî Kiliçdaroglu di komcivînên ku beşdar bûn da cara 7emîn wek serokê giştî hat hilbijartin.