Tirkiye

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê

Germahiya hewayê ya herî kêm bişev di bin sifirê da 20 pile li Agiriyê hat pîvan

Abdullah Tel   | 14.02.2020
Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê

Erzurum

 Ji bo Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Erdexan û Îdirê hişyariya cemed û aşîtê hat kirin.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li herêmê wê hewa ewrayî be û li Erdexanê heta danê nîvrojê wê car caran baran bibare.

Hat gotin ku germahiya dinyayê wê li gor demsalê be û ji alî bakur va wê bayek hînik bê û car caran wê tesîra xwe zêde bike.

Germahiya hewayê ya herî kêm bişev di bin sifirê da li Agiriyê 20, li Qersê 15, li Erziromê 13, Li Erdexanê 10, li Erzincanê 9, li Tunceliyê 6 û Îdirê jî 3 pile hat pîvan.

Stûriya berfê ya li navendên kaşûnê yên wek Palandokenê 85, Cibiltepeyê 70 û Erganê jî 63 santîmêtro hat pîvan.

Rayedarên Meteorolojiyê bi bîr xistin ku bişev germahiya hewayê pir kêm dibe, cemed çêdibe û hişyarî dan ku bila welatî xwe ji deverên bilind ên berfa lê zêde ye dûr bigirin lewra cihên wisa talukeya aşîtê heye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın