Tirkiye

Ji bo meala Kurmancî ya Qur'ana Pîroz bernameya telefona destan hat çêkirin

Osman Bilgin   | 29.04.2021
Ji bo meala Kurmancî ya Qur'ana Pîroz bernameya telefona destan hat çêkirin

Diyarbakir

Li Batmanê bi teşebûsa komeke hevalan ji bo meala Kurmancî ya Qur'ana Pîroz sepana telefona destan hat pêşxistin.

Ronî Bedirhanê li Batmanê dijî daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku par di remezanê da bi komeke hevalên xwe ra xwestin ku bi Kurmancî Qur'ana Pîroz guhdarî bikin, lêkolîn kirin lê dîtin ku di telefonên destan da bernameyeke wiha tune.

Bedirhan got ku biqasî 6 mehan li ser vê xebitîn û wiha axivî: "Me di serê remezanê da bi navê "Qur'ana Kurdî" bernameyeke mobîl çêkir. Me studyoyek kirê kir. Me kesekî ku dengê wî û bilêvkirina wî ya Kurdî baş e tesbît kir. Hevalê me seranserê 3-4 mehan ayet bi ayet meala Kurmancî ya Qur'anê xwend."

Bedirhan behs kir ku li Stenbolê bi firmayekê ra li hev kirin û bername dan çêkirin. Bernameya ku hat amadekirin di telefonên destan da tên emilandin û wiha axivî: "Êdî herkesê ku bixwaze dikare meala Kurmancî ya Qur'ana Pîroz wek sepana mobîl daxîne telefona xwe. Heke bixwazin dikarin pêşî Erebî paşê jî Kurmancî guhdar bikin. Di heman demê da hem Erebî hem Kurmancî bixwînin."

Bedirhan got ku bername ji bo hemû telfonên destan guncav e û da zanîn ku bertekên xweş hildidin.

Bedirhan wiha axivî: "Em difikirin ku di heyamên pêş me da bi zaravayên Kurdî yên din jî bernameyê dewlemend bikin. Koma me ya hedef ew kesên ku dixwazin ji Qur'anê fehm bikin. Armanca me ya herî mezin ew bû ku em vê valahiyê dagirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın