Tirkiye

Ji bo du polêsên ku li herêma Herekata Mertalê Feratê şehîd bûn, li Gazîentabê merasim hat lidarxistin

Mehmet Akif Parlak  | 11.10.2021 - Rojanekırın : 12.10.2021
Ji bo du polêsên ku li herêma Herekata Mertalê Feratê şehîd bûn, li Gazîentabê merasim hat lidarxistin

Gaziantep

Li Herêma Herekata Mertalê Feratê PKK/PYDya rêxistina terorê bi fuzeya ku hedefê dişopîne va êrîşî wesayîta bizirx kir û di êrîşê da polês Cîhat Şahîn û Fatîh Doganê ku di kadroya Midûriya Şaxa Herekata Taybet a Gazîentabê da wezîfedar in, şehîd ketin û ji bo şehîdan merasim hat lidarxistin.

Cinazeyên polêsên şehîd Cîhat Şahîn û Fatîh Dogan li alaya Tirk hat pêçan û li ser milê hevalên wan ên wezîfeyê anîn kampusa Midûriya Şaxa Herekata Taybet a Ewlehiya Bajêr.

Li vê derê merasim ha lidarxistin û Oznura jina Şehîd Cîhat Şahîn, zarokên wan Araf Tugra, Mehmet Batin, dayika şehîd Emîne, bavê wî Mehmet, Emîneya jina Şehîd Fatîh Dogan, diya wî Emîne, bavê wî Mehmet Doganê Serokê Navçeya Navend a Adiyemanê yê MHPyê, Waliyê Gazîentabê Davut Gul, Waliyê Kilîsê Recep Soyturk, Parlamentera Gazîentabê ya AK Partiyê Derya Bakbak, Parlamenterê Gazîentabê yê CHPyê Bayram Yilmazkaya, Fermandarê Şaxartêşa 6em Korgeneral Metîn Tokel, Fermandarê Tûxaya Bizirx a 5em Tuxgeneral Haci Halîl Osma, Serdozgerê Komarê yê Gazîentabê Onder Kemal Sekucu, Midûrê Ewlehiya Bajêr Mustafa Emre Başbug, endamên protokolê yên din û hevalên wezîfeyê yê şehîdan beşdar bûn.

Di merasimê da rêz hat girtin, serboriya şehîdan hat xwendin û paşê Miftiyê Bajêr Huseyîn Hazirlar dia kir û cinazeyê Cîhat Şahîn şandin Elezîzê, cinazeyê Fatîh Dogan jî şandin Adiyemanê.

Di merasimê da hevalên wezîfeyê yên şehîdan ber dilê eqrebayên şehîdan da hatin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın