Tirkiye

Ji bo 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê hişyariya aşît û bahozê

Abdullah Tel  | 08.02.2020 - Rojanekırın : 09.02.2020
Ji bo 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê hişyariya aşît û bahozê

Erzurum

 Ji bo Erzirom, Erzincan, Agirî, Îdir, Erdexan û Qersê hişyariya aşît û bahozê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê bi giştî hewa dê pir ewrayî be. Li Erzirom Erzincan, Agirî, Erdexan û Qersê tê payîn ku wê car caran berf, li Îdirê jî şilope bibare lê piştî nîvrojê jî wê cihê xwe ji baranê ra bihêle.

Germahiya hewayê ya li herêmê wê li gor demsalê bin û ji alî başûr va wê ba bê û car caran wê tesîr zêde bibe û mîna bahozê xwedî tesîr be.

Li herêmê germahiya herî kêm a ku bişev hat pîvan di bin sifirê da li Erdexanê 7, li Erziromê 5, li Erzînganê 4, li Qers û Agiriyê jî 2 pile hat pîvandin lê li Îdirê germahî 2 pîle bû.

Hat gotin ku li herêmê wê berfê bibare û bahozê hebe û ji ber van jî di çûn û hatinan da dibe zehmetî çêbibin û ji welatiyan hat xwestin bila li hemberî aşît, qeşa û tiştên din bi tewdîr bin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.