Tirkiye

Ji bo 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê

Li Agiriyê bi şev germahiya hewayê di binê sifirê da 28 pile hat pîvandin

Haydar Şahin   | 15.02.2020
Ji bo 6 bajarên Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê

Erzurum

 Ji bo Erzirom, Erzincan, Qers, Agirî, Erdexan û Îdira bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê hat dayîn.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê ber destê sibê hewayê ewrsayî be, li Erzirom û Erzincanê jî hewayê ewravî be

Li herêmê germahiya hewayê ew ê bi qasî 2-4 pileyan zêde bibe û bayê ji aliyê başûr ra rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Agiriyê di binê sifirê da 28, li Qersê di binê sifirê da 22, li Erdexanê di binê sifirê da 19, li Erziromê di binê sifirê da 16, li Erzincanê di binê sifirê da 11, li Îdirê di binê sifirê da 8 û li Tunceliyê di binê sifirê da 7 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 5, li Erzincanê 3, li Tunceliyê 1, li Erziromê di binê sifirê da 1, li Qers û Erdexanê di binê sifirê da 2, li Agiriyê di binê sifirê da 4 pile be.

Qalindahiya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Palandokenê 83, li Cibiltepeyê 70 û li Erganê 74 santêm hat pîvaidn.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo cemed û aşîtê baldar bin û bêyî tevdîr nemînin.

Rêya 371 wargehên 4 bajarên rojhilatê welêt hat girtin

WAN 

Li Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariya bajarên Rojhilatê Anadoluyê ji ber berf û bagerê rêya 371 wargehan hat girtin. 

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da hat destnîşankirin ku li navend û navçeyên bajêr ji ber berf û bagerê rêya 155 wargehan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

Ekîbên paqijkirina berfê ji rêya 361 wargehan vekirin û ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe bênavber didomînin.

Ekîbên Şaredariya Erdîşê ji bo vekirina rêyên navenda navçeyê û paqijkirina peyarêyan hewl didin.

Ekîb ji bo cembelîk di ser welatiyan da nekevin hemû daxistin erdê.

- Bidlîs

Umît Kurtkanê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir ku rêya 70 gundan ji ber berfê hat girtin.

Kurtkan destnîşan kir ku ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

- Mûş

Li Mûşê jî ji ber berf û bagerê rêya 27 gundan hat girtin. 

Nîhat Rençberê Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê yê Îdareya Taybet a Bajêr diyar kir ku ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.

Ajokarên rêbeja Mûş-Bidlîsê bi kar tînin ji ber mij û cemedê tengasiyê dikişînin.

Navenda bajêr bi xemla sipî xemilî, ji ber hewaya sar qirayî ket ser daran, ekîbên paqijkirina berfê rêyên bajêr baqij kirin.

- Hekarî

Li Hekariyê ji ber rewşa hewayê rêya 119 wargehên navend û 3 navçeyan hat girtin.

Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya 24 gund û 95 goman dixebitin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.