Tirkiye

Ji bo 5 parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya taviyê

Li Erzirom, Erzingan, Qers, Îdir û Erdexanê tavî dê were

Önder Beyter   | 12.06.2019
Ji bo 5 parêzgehên li Rojhilatê Anadoluyê hişyariya taviyê

Erzurum

Ji bo 5 parêzgehên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya taviyê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be.

Li herêma ku germahî dê di asta pileyên demsalê da be, ba jî dê ji rojhilat û başûrê rojhilat nîveqewî rabe.

Li herêmê li parêzgehên Erzirom, Erzingan, Qers, Îdir û Erdexanê taviya bibirqonek dê were.

Li herêmê bi şev pileya herî nizim a germahiya li Qersê 6, li Erdexan û Agiriyê 10, li Erziromê 11, li Erzinganê 14 û li Îdirê jî 16 pile hat pîvan.

Herwiha li herêmê nava rojê jî tê pêşbînîkirin ku germahî dê li Îdirê 32, li Erzinganê 31, li Agiriyê 27, li Erziromê 26, li Qers û Erdexanê jî 25 pile be.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın