Tirkiye

Ji bo 4 şaredariyên li Wan û Batmanê wezîfedarî

Erkan Acarê Şaredarê Başqeleyê,Yilmaz Şalanê Şaredarê Muradiyeyê, Yakup Almaçê Şaredarê Ozalpa û Osman Karabulutê Şaredarê Îkîkopruya bajaroka Batmanê bi destê Wezareta Karên Navxweyî ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

07.12.2019 - Rojanekırın : 08.12.2019
Ji bo 4 şaredariyên li Wan û Batmanê wezîfedarî

Batman

Asim Solakê Qaymeqam wekî wekîlê Şaredarê Başqeleyê hat wezîfedarkirin

Li Wanê Erkan Acarê Şaredarê Başqeleyê yê HDPyî yê ku di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hatibû binçavkirin ji wezîfeyê hat dûrxistin, di dewsa wî da Asim Solakê Qaymeqamê Başqeleyê wekî "wekîlê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ji ber ku der heqê Acar da Serdozgeriya Komarê ya Wanê di çarçoveya sûcên terorê da lêpirsîn da destpêkirin, lêpirsîn dewam dike û Acar jî hat binçavkirin li qanûnan Wezareta Karên Navxweyî di 6ê berfanbarê da biryar da ku berwext ji wezîfeyê were dûrxistin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor xala 45/2 û 46an a Qanûna Şaredariyê Asim Solakê Qaymeqamê Başqeleyê wekî "wekîlê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Li Wanê ji bo Şaredariya Ozalpê wezîfedarkirin

Şûna Yakup Almaçê Şaredarê Ozalpa navçeya Wanê yê HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, Qaymeqamê navçeyê Abdulkadîr Çelîk wek "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat bibîrxistin ku Şaredarê Ozalpê yê HDPyî Almaç ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê" li Dadgeha Cezayê Giran a 4an ya Wanê tê darizandin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: 

"Ji ber ku pêvajoya karên edlî dewam dike, li gor Benda 127emîn a Qanûna Bingehîn û li gor Benda 47emîn a Qanûna Şaredariyan, bi pesendkirina Wezareta Karên Navxweyî Şaredar Yalmaç berwext ji wezîfeya xwe hat dûrxistin. Li gor benda 45emîn û 46emîn a Qanûna Şaredariyan, Qaymeqamê Ozalpê Abdulkadîr Çelîk wek 'Cîgirê Şaredarê Ozalpê' hat wezîfedarkirin."

Şaredarê Muradiyeyê yê HDPyî Yilmaz Şalan ji wezîfeyê hat dûrxistin

Yilmaz Şalanê Şaredarê Muradiyeyê yê HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hatibû binçavkirin ji wezîfeyê hat dûrxistin, di dewsa wî da jî Erkan Savarê Qaymeqamê Muradiyeyê wekî "wekîlê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku lêpirsîna der heqê Yilmaz Şalan a ji ber "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hatibû destpêkirin dewam dike.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor xala 45/2 û 46an a Qanûna Şaredariyê Erkan Savarê Qaymeqamê Muradiyeyê wekî "wekîlê şaredar" hat wezîfedarkirin. 

Li Batmanê ji bo Şaredariya Bajaroka Îkîkopruyê wezîfedarkirin

Şûna Osman Karabulutê Şaredarê Îkîkopruya bajaroka Batmanê yê HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, Qaymeqamê Beşîriyê Sînan Aşci wek "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat bibîrxistin ku Şaredarê Îkîkopruyê yê HDPyî Karabulut ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê" li Dadgeha Cezayê Giran a 2an ya Batmanê tê darizandin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Ji ber ku pêvajoya karên edlî dewam dike, li gor Benda 127emîn a Qanûna Bingehîn û li gor Benda 47emîn a Qanûna Şaredariyan, bi pesendkirina Wezareta Karên Navxweyî Şaredar Karabulut berwext ji wezîfeya xwe hat dûrxistin. Li gor benda 45emîn û 46emîn a Qanûna Şaredariyan, Qaymeqamê Beşîriyê Sînan Aşçi wek 'Cîgirê Şaredarê Bajeroka Îkîkopruyê' hat wezîfedarkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın