Tirkiye

Ji bo 4 parêzgehên Rojhilata Anadoluyê hişyariya şiliyê

Li Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê tavî û teyrok tê payîn

İbrahim Atmaca  | 09.07.2019 - Rojanekırın : 10.07.2019
Ji bo 4 parêzgehên Rojhilata Anadoluyê hişyariya şiliyê

Erzurum

Ji bo 4 parêzgehên Rojhilata Anadoluyê hişyariya şiliyê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa serê sibê kêmewrayî û sayî ye, wê paşê bibe ewrsayî û pirewrayî.

Li Qers, Agirî, Îdir û Erdexanê piştî nîvro barana gur wê bibare.

Li gor texmînê germ wê li gor demsalê be.

Nîvê şevê germa herî kêm li Erziromê 11, li Agiriyê 12, li Qersê 10, li Erdexanê 9, li Erzinganê 17 û li Îdirê 21 pile hat pîvan.

Nava rojê jî pileyên herî bilind ên germê dê li Erzinganê 32, li Îdirê 31, li Agiriyê 27, li Erziromê 26, li Qersê 25 û li Erdexanê jî 22 pile be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın