
Van
Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya berf û bahozê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be û berf wê bibare.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê sar bibe.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Wanê pileyek, di binê sifirê da li Hekariyê 7, li Bidlîsê 3 û li Mûşê 4 pile tê payîn.
Ji ber ku li ber pal û berpalan talûkeya ketina şepeyê heye, divê welatî baldar û bitevdîr bin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.