Ji bo 11 parêzerên ku li gor tesbîtê di "mala xebatê" ya FETO da mane, biryara binçavkirinê hat dayîn
Istanbul
Bi hinceta ku endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ne û di hucrikên ku jê ra "mala xebatê" dibêjin da seba ezmûnên dadgerî û dozgeriyê xebitîne, der heqê 11 parêzeran da biryara binçavkirinê hat dayîn û jê 10 parêzer hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Sûcên Teror û Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê dimeşîne da 11 parêzerên ku di hucrikên FETO yên ku wekî "malên xebatê" bi nav dikin da mane, endamên rêxistinê ne û li gor tesbîtê seba ezmûnên 2013an ên dadgerî û dozgeriyê amadehî kirine. Ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Sûcên Organîze ya Midûriya Ewlehiya Stenbolê li Stenbol, Enqere, Edene, Wan, Diyarbekir, Antalya û Denizliyê di heman demê da operasyon kir û ji gumanbaran 10 kes girtin.
Li navnîşanan lêgerîn hat kirin û gelek dokumanên rêxistinî û alavên dijîtal hatin bidestxistin.
Hat ragihandin ku li ewlehiyê kar û barên bersûcên binçavkirî didome û seba girtina kesekî firar xebat tê kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.