Tirkiye

Ji ber êrîşa terorê ya li Diyarbekirê Şaredarê Qulpê yê HDPyî hat binçavkirin

Ji ber êrîşa terorê ya li dorbera Qulpa navçeya Diyarbekirê ku 7 kes şehîd ketin û 10 kes birîndar bûn Şaredarê Qulpê yê HDPyî hat binçavkirin.

13.09.2019 - Rojanekırın : 14.09.2019
Ji ber êrîşa terorê ya li Diyarbekirê Şaredarê Qulpê yê HDPyî hat binçavkirin

Diyarbakir

Ji ber êrîşa terorê ya li dorbera Qulpa navçeya Diyarbekirê ku 7 kes şehîd ketin û 10 kes birîndar bûn Şaredarê Qulpê yê HDPyî hat binçavkirin.

Li texma gundê Agaçkorura Qulpê wexta wesaîta welatiyên daran kom dikirin derbas dibû bi teqemeniya bi destan hatiye çêkirin êrîş hat kirin û di êrîşê da 7 kes şehîd ketin û ji 10 kesên ku birîndar bûn 9 kes jî hê tên dermankirin.

- Îdiaya ku wesaîta şaredariyê li ciyê êrîşê hatiye dîtin

Piştî êrîşê lêpirsîn dan destpêkirin û ji ber agahiya ku demek beriya teqînê wesaîta şaredariyê li ciyê bûyerê hatiye dîtin der barê 4 kesan da biryara qefaltinê hat derxistin û M.F.T.yê Şaredarê Qulpê yê HDPyî hat binçavkirin.

Di operasyona ekîbên Midûriyeta Ewlehiyê da ji 4 gumanbaran A.K.yê Serokê Qulpê yê HDPyê û Ş.A.yê Midûrê Karên Fenî ya Şaredariya Qulpê ya HDPyî jî hatibûn binçavkirin.

Ji bona qefaltina şikbarê din operasyon didomin û li ewlehiyê kar û barên der barê M.F.T., A.K. û Ş.A. da dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.