Ji ber şerê li Xamûra navçeya Agiriyê 15 kes hatin binçavkirin
Ağrı
Ji ber şerê çekdarî yê li Xamûra navçeya Agiriyê derketibû tê da kesek hatibû kuştin û 6 kes birîndar bibûn 15 kes hatin binçavkirin.
Bîşar û Cemîl Gençê bira do li taxa Kumbetê şer kiribû, di şer da sîlah, kevir û dar hatibûn bikaranîn. Piştî şer ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê xebat dan destpêkirin.
15 kesên hat îdiakirin tevlî şer bûne hatin binçavkirin.
Bîşar û Cemîl Gençê bira do şer kiribûn, di şerê malbatî da Ahmet Elçî hatibû kuştin 2yê wan giran 6 kes birîndar bibûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.