Tirkiye

Ji 6 terorîstên hatin berterefkirin jê 3 di kategoriya sor, tûtik û gewr da bûn ku lê digeriyan

Wezareta Karên Navxweyî:"Hat tesbîtkirin li Liceya Diyarbekirê ji 6 terorîstên di 29ê nîsanê da hatin berterefkirin jê 3 di kategoriya sor, tûtik û gewr da lê digeriyan."

Aykut Karadağ  | 03.05.2021 - Rojanekırın : 04.05.2021
Ji 6 terorîstên hatin berterefkirin jê 3 di kategoriya sor, tûtik û gewr da bûn ku lê digeriyan

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî daxuyand hat tesbîtkirin di çarçoveya Operasyona Eren-2 ya Çawîşê Pispor yê Cendirmeyê Şehîd Mehmet Çelîk da li Liceya navçeya Diyarbekirê ji 6 terorîstên hatin berterefkirin jê 3 di kategoriya sor, tûtik û gewr da bû ku lê digeriyan.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di 29ê nîsanê da li Liceya navçeya Diyarbekirê dijî komeke terorîstên amadehiya çalakiyê dikirin operasyonek kir. Hêzên Esmanî, firokeyên ATAKê ya cendirmeyan, SÎHAyan jî piştgirî dan û 6 terorîst hatin berterefkirin.

Hat tesbîtkirin ji 6 terorîstên hatin berterefkirin jê 3 di kategoriya sor, tûtik û gewr da bûn ku li wan digeriyan.

Hat tesbîtkirin ji terorîstên hatine berterefkirin jê yek Suna Taş e û ew di 2011an da beşdarî rêxistinê bûye. Taş qaşo Berpirsyara Jinan a Baregeha Qada Navîn e, navê wê di lîsteya kesên ji ber terorê lê digerin û di kategoriya sor da heye, ji bo dîtina wê 10 milyon lire xelat wê bihata dayîn.

Di heman operasyonê da terorîsteke din a di kategoriya tûtik da lê digeriyan jî Latîfe Hanîbî ye, ew qaşo Berpirsyara Jinan a Herêma Liceyê ya Eyaleta Amedê ye. Ji bo dîtina wê jî milyonek lire xelat wê bihata dayîn.

Terorîsta din jî Dîlan Sîlînsîn e ku di kategoriya gewr da lê digeriyan. Ew qaşo li Herêma Liceyê ya Eyaleta Amedê da dixebitî û ji bo dîtina wê jî 600 hezar lire xelat wê bihata dayîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.