Tirkiye

Hêzên ewlekariyê li Tunceliyê 2598 operasyon li dar xistin

Sidar Can Eren  | 27.01.2022 - Rojanekırın : 28.01.2022
Hêzên ewlekariyê li Tunceliyê 2598 operasyon li dar xistin

Tunceli

Li Tunceliyê hêzên ewlekariyê di 2021ê da 2598 operasyon li dar xistin, 17 terorîst berteref kirin û 2 jê jî sax girtin.

Li bajarê di nava çiyayên asê û daristanên darberûyan da hêzên ewlekariyê havîn û zivistan operasyonên xwe yên dijî rêxistinên terorê didomînin.

Bi operasyonên ku bi kordîneya Walîtiyê û bi destê Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê hatin kirin va çil û çiya li terorîstan hat tengkirin, derbeyeke mezin li lojîstîka wan hat xistin.

Hêzên ewlekariyê li navenda parêzgehê û 7 navçeyên wê di navbera 1ê Rêbendanê-31ê Berfanbara 2021ê da 2598 operasyon kirin.

Hêzên ewlekariyê par 17 terorîst berteref kirin, 2 jê jî sax girtin. Di operasyonan da ji xeynî van der heqê 11 kesên hat tesbîtkirin ku alîkarî dane rêxistinên terorê da miemeleya edlî hat kirin.

- 187 stargeh, 50 şikeft û 18 depo hatin jinavbirin

Di operasyonan da ku ji xeynî astsûbayên jin, komandoyên cendirme, JOH, POH û gundparêz jî beşdar bûn, 187 stargeh, 50 şikeft û 18 depoyên terorîstan hatin jinavbirin.

Di stargeh û şikeftan da her wisa 34 teqemeniyên destçêkirî, 219 kîlogram madeya teqemeniyê ya amonyum nîtrat, 2 RPG-7B roketavêj, 18 AK-47 tifinga kalaşnîkof, 4 M-16 tifinga piyadeyan, 1 PKM bixi tifinga bimakîne, 2 qanas tifinga nîşandaran, 24 narincok, 2 demançe, 2571 muhimatên tifinga piyadeyan, 12 bêtêl, 144 tûp û gelek alavên jiyanê hatin bidestxistin.

Hêzên ewlekariyê yên ku li çiyayên bi 2 mêtre berf operasyonan dikin, ji bo berterefkirina terorîstan li hemû qul û quncên çiyayan û qefên keviran dinihêrin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.