Tirkiye

Hişkesaliyê tesîr li "Bihişta veşartî ya Agiriyê" Gola Masiyan jî kir

Abdullah Söylemez   | 26.10.2021
Hişkesaliyê tesîr li "Bihişta veşartî ya Agiriyê" Gola Masiyan jî kir

Ağrı

Bi tesîra hişkesaliyê, asta ava Gola Masiyan bi rêjeyeke cidî kêm bû ku li Agiriyê bi xwezaya xwe ya çavpêneketî va wekî "bihişta veşartî" tê zanîn, her sal ji hêla bi hezaran turîstî tê ziyaretkirin û her wisa bi masî û çivîkên xwe yên celeb celebî balê dikişîne.

Gola Masiyan ku raqima wê 2 hezar û 241 e, 20 kîlometre ji navenda navçeya Taşliçayê dûr e û li Zozanê Sînegê ye, bi 2 girav û her wiha gelek cureyên masî û çîvikên xwe va her sal bala geştiyarên xwemalî û biyanî dikişîne.

Van salên dawîn bi beşdariya bi hezaran kesî va festîvalên havînê lê tên lidarxistin, yên ku ji xweza û kampê hez dikin, lê dema xwe diborînin. Bi xuyakirina serê Çiyayê Agiriyê yê bi berfê spîçîl va dîmena Gola Masiyan xweşiktir dibe.

Îsal ji ber hişkesaliyê, zêdebûna dûkelê û kêmbûna baranê, asta ava golê daket. Her wiha li qeraxê golê li hin ciyan av bi mêtreyan kêm bû û miçiqî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın