Tirkiye

"Hingivînê bi zeferan" yê ku li Adiyemanê tê hilberên gelekî tê ecibandin

"Hingivînê bi zeferan" ê ku Mehmet Yaşar Yîgîtê zeferana çavkaniya şifayê bi mêşên xwe ra anî ba hev kîloya wê ji 400 lireyî difroşe rastî eleqeyeke mezin tê

Elif Irmak   | 14.01.2021
"Hingivînê bi zeferan" yê ku li Adiyemanê tê hilberên gelekî tê ecibandin

Adıyaman

"Higivînê bi zeferan" ê ku Mehmet Yaşar Yîgîtê li Adiyemanê mêşvaniyê dike hildiberîne û kîloya wê ji 400 lireyî difroşe rastî eleqeyeke mezin tê.

Yîgîtê ku li gundê Rezîpa li ser navendê hingivînê organîk radike li zeviya xwe nêzî hezarî pivazên zeferanê çand û kêm zêde 100 pêtagên xwe yên mêşan jî li cihê zeferan lê ne bi cî kir.

Yîgîtê ku mêşên xwe anî ba kulîlkên zeferanê ji aliyekî va hilberîna zeferanê dike ji aliyê din va jî hingivînê ku mêşên ji polenên kulîlka zeferanê çêkir rakir.

Yîgît îsal cara ewil du çavkaniyên şifayê anî ba hev û 100 kîlogram hingivînê bi zeferan rakir û berhemên ku kîloya wî ji 400 lireyî difroşe di demek kurt da xilas bû.

Mehmet Yaşar Yîgîtê ku li bajêr 6 sal e hilberîna hingivînê organîk ya bi sertîfîka dike daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û behs kir ku di sala 2018an da dest bi hilberîna zeferanê kir, her pîvazê ku çand 3-4 pîvazên din da û van jî çand û zêde kir.

Yîgît diyar kir hedef kir hingivîn û zeferanê bigihîne hev û wiha axivî: "Min 100 pêtagên xwe yên mêşan anîn ba zeferanên ku min çandibûn. Mêşê min ji wir polenê hildidin û hingivînê bi zeferan çêdikin. Her wiha ez zeferan ku bi xwe diçînim tevî hingivîn dikim û wisa difroşim. Min 100 kîlogram hingivînê bi zeferan, 200 kîlogram jî hingivînê dapalandî rakir. Min kîloya hingivînê dapalandî ji 150 lireyî, hingivînê bi zeferan jî ji 400 lireyî firot. Ez ji bo pêkanîna daxwazan zehmetiyê dikşînim. Înşeallah hedef dikim ku hilberînê zêdetir bikim."

- Ji Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr pîrozbahî

Nurettîn Kiyasê Midûrê Çand û Daristanê yê Adiyemanê di cî da hilberîna Yîgît dît û hilberînê ku zeferan û mêşan gihand hev pîroz kir.

Kiyas behs kir ku hilberîneriya zeferanê gelekî dijwar e û Yîgîtê ku bi hezar pîvazan va dest pê kir hedef dike ku vê derxîne 5 hezar pîvazî û got ku "Niha kulîlkan vekir û hilberînerê me dest bi hilanîna debrê kir. Armanca cotkarê me ew e ku mêşên xwe jî bîne vir û hingivînê bi zeferan ku li welatê me nirxê wî yê bazirganî zêde ye hilberîne û pêşkêşî piyaseyê bike."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın